Serok Barzanî: Em bo çareseriya aştiyane amade ne

Îro Serok Barzanî li gel Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Mesûd Tek civiya.

Di civînê de Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ronahî xist ser rewşa siyasî li Tirkiyê, rewşa Kurdî û aliyên siyasî yên Kurdî li Tirkiyê, Herwiha amaje bi wan astengî û aloziyên kir, ku vê dawiyê di jiyana siyasî ya gelê Kurd de li Tirkiyê derketin e.

 
Li di beşekî din yê civînê de, Mesûd Tek behsa proseya siyasî û hilbijartinên dahatî yên Tirkiyê kir.
 
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî behsa rewşa Herêma Kurdistanê û bûyerên piştî referandûmê kir û dilgiraniya xwe derbarê pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê da xuyakirin.
Derbarê rewşa aliyên siyasî yên Kurd li Bakurê Kurdistanê, Serok Barzanî şêretên pêwîst pêşkêş kir û amadebûna xwe ji bo alîkariyê di çareseriya aştiyane ya doza Kurd û xebata siyasî ya gelê Kurd de, li Bakurê Kurdistanê ragihand.

 
Her di wê civînê de, Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê sersaxî û hevxemiya xwe li ser koça dawî ya Xwedê jêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî ji Serok Barzanî re ragihand.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin