Serok Barzani, digel PDKê li Parlamentoyê civiya

Li Selahedîn îro Çarşemê serok Barzanî li gel firakisyona PDK li parlamentoya Kurdistanê civiya.

Li gor BasNewsê Serok Mesûd Barzanî di civînê de ragihand, “Binpêkirina destûrê û têkdana tewafiqê hişt ku gelê Kurdistanê biryara referandûmê bide”

Serok Barzanî îro ligel fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li perlemantoya Kurdistanê derbarê rewşa siyasî ya herêmî û navdewletî û dawî pêşhateyên siyasî yên Iraqê û navxweya Kurdistanê civiya, di civînê de Serok Barzanî ronahî xiste ser referandûm û bûyerên 16ê Cotmehê û behsa wan sedeman kir yên hiştin gelê Kurd gavan berve referandûmê bavêje.

Serok Barzanî tekezî li ser wî yekê kir, binpêkirina destûrê, têkdana tewafiq û hevsengiyê û nehiştina hevbeşiyê ji aliyê desthelatdarên Iraqê ve, hişt ku gelê Kurdistanê biryara referandûmê bide.

Di beşeke din de Serok Barzanî amaje bi qurbanîdan û xweragiya hêza Pêşmerge da, ku rê li ber serkeftina plana neyaran girt û hevkêşe di qazanca gelê Kurdistanê de bidawî anî. Tekez kir ku, ji bo radestkirina proseya siyasî li Herêma Kurdistanê hilbijartin baştirîn çareserî ye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin