Serok Barzanî di derbarê vekirina balafirgehan de peyam da

Serok Barzanî di derbarê rakirina qedexeyê li ser balafirgehên Herêma Kurdistanê de li ser tora civakî nivîsî û got rakirina qedexeya li ser firokxaneyan gaveke baş e, lê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ne tenê yên balafirgeh û mûçeyan in.

Serok Barzanî amaje bi wê jî kir, pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dîrokî, siyasî, netewî, mirovî, aborî û destûrî ne.

Duh Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî piştî civîna ligel wezîrên navxwe yên Iraq û Herêma Kurdistanê, bi amadebûna tevahiya efserên passport û nîşingehê li Iraq û Herêma Kurdistanê biryar da balafirgehên Herêma Kurdistanê li pêş geştên navdewletî werin vekirin.

Piştre jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li vê gava vekirina firokxaneyan kir û hêvî xwast tevahiya pirsgirêkên din jî bêne çareserkirin.

Hihûmeta Iraqê roja 29 Îlona 2017an wek cezadanekê li ser encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê, geşta navdewletî li balafirgehên Herêma Kurdistanê ragirt û çendîn cezayên din jî li ser Herêma Kurdistanê sepand.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin