Serok Barzanî di derbarê Efrînê de daxuyanî da

îro li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Medenî ya Rizgariya Efrînê li derve kir û ragihand, Efrîn jî berdewamiya wê zîncîreya karesat û zulma ku ji berê ve li gelê Kurdistanê tê kirin e.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî, di hevdîtinê de şanda mêvan pîrozbahiya serkeftina Lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê di hilbijartina Parlementoya Kurdistanê de li Serok Barzanî kir û ragihand, bi serkeftina PDKê serbilind in û serkeftina PDK cihê hêviya hemû aliyekê ye.

Her di vê civînê de rewşa siyasî û mirovî ya Efrînê û rewş û debara nîştecihên Efrînê û koçberan û her wiha gefên guherîna demografiya wî bajarî ji aliyê hêzên cur bi cur ve hate nirxandin. Şanda mêvan jî Serok Barzanî ji naveroka azardana xelkê û binpêkirina wan li dijî Kurd li wê navçeyê agahdar kir. Herwiha gileyî jî li civaka navdewletî kir, ku li beranber wan binpêkirinên li ser xelk û sirûşta Efrînê tê kirin çavpoşî kirine.

Li beranberê, Serok Barzanî nîgeraniya xwe li ser paşaroja Rojavayê Kurdistanê û rewşa Efrînê nîşan da û eve jî xisterû, ku Efrîn jî berdewamiya wê zîncîreya karesat û zulmê ya ku ji berê ve li gelê Kurdistanê hatiye kirin e. Her wiha di derbarê hevkêşeyên siyasî yên navçeyê û paşaroja Sûriye û Efrînê de rûnkirinên pêwîst ji bo şanda mêvan xisterû.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin