Serok Barzanî bi şanda Ermenistanê re civiya

.

Serok Mesûd Barzanî îro 24ê Sibatê li Pîrmamê pêşwazî li cîgirê wezîrê derve yê Ermenistanê Artak Apîtoniyan û şanda ligel wî kir.

Di hevdîtina ku balyozê Ermenistanê li Iraqê Harçiya Poladiyan û konsulê Ermenistanê li Hewlêrê Arşak Manokiyan jî amadehî kirin de, cîgirê wezîrê derve yê Ermenistanê hurmeta xwe ji bo xebat û xîreta Serok Barzanî nîşan da û spasiya Serok Barzanî, hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê kir, ji ber parastin û kûrkirina pêkvejiyanê û parastina mafên ermeniyan li Herêma Kurdistanê.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Ermenistanê anî ziman ku Ermenistan dixwaze pêwendiyên xwe yên bazirganî û dîplomatîk bi Kurdistanê re bihêztir û berfirehtir bike.

Serok Barzanî jî behsa pêwendiyên dêrîn yên gelê Kurdistanê û gelê Ermenistanê kir û anî ziman, damezirandina pişka kurdî di radyoya Ermenistanê de nîşana wê yekê ye ku pêwendiyên her du gelan, dîrokî ye.

Serok Barzanî kêfxweşiya xwe jî nîşan da ku pêwendiyên Kurdistan û Ermenistanê berfireh bibin û got, Kurdistan mînaka pêkvejiyana ayînî û netewî ye û ewê bi hemû hêza xwe piştevaniya mafên pêkhateyên Herêma Kurdistanê bikin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye