Serok Barzanî bi boneya roja jinên kedkar ên cîhanê peyamek belav kir

.

 

Serok Mesûd Barzanî bi boneya roja jinên kedkarên cîhanê peyamek pîrozbahiyê bo jinên Kurdistan û cîhanê belav kir.

Îro 08.03.2021ê serok Barzanî li ser tora xwe ya civakî twîtterê de ragehand: ‘’Di roja jinên kedkarên cîhanî de, pîrozbahiyekî germ bi taybet li jinên Kurdistanê û bi giştî jî yên cîhanê dikim.’’

Serok Barzanî got: ‘’Erkê me hemûyane rêz û pêzanîn bo wê xizmeta ku gehandine mirovahiyê re nîşan bidin.’’

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye