Serok Barzanî beşdarî çalakiyeke li ser pêkanîna Herêma Aram dibe

.

Serok Mesûd Barzanî, roja Çarşemê beşdarî çalakiyeke di derbarê pêkanîna Herêma Aram a ji bo Kurdistanê de dibe.

Li gor Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Washingtonê Beyan Samî Ebdurehman diyar kir: “Ez şanaz im ku radigihînim; Serok Barzanî roja 28ê vê mehê, beşdarî çalakiyeke taybet dibe li ser mijara pêkanîna Herêma Aram a ji bo Kurdistanê.”

Çalakî roja Çarşemê 28ê vê mehê, bi dema Washingtonê di saet 10:00an de û bi dema Hewlêrê di saet 17:00an de bi rêya online dê birêve biçe.

Di çalakiyê de herwiha dê James Baker, Hoşyar Zêbarî, John Abizaid, Brett McGurk jî beşdar bin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin