Serok Barzanî 3 pîvan bo avakirina hikûmetê danîn

Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihandiye, îro Serok Barzanî li navçeya Selahedîn ya Hewlêrê pêşwazî li nûnerê taybet yê Trump di şerê DAIŞê de Brett McGurk û şanda pê re kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, di destpêka hevdîtinê de McGurk bi helkefta salvegera enfalkirina Barzaniyan, hevxemiya xwe anî ziman her wiha serexweşî da malbatên şehîdên şerê DAIŞê û rûdana vê dawiyê ya êrişa ser avahiya parêzgariya Hewlêrê.

Li gorî daxuyaniyê, McGurk paşê behsa şerê DAIŞê kir û amaje bi daxuyaniyên Serok Barzanî li ser şerê DAIŞ û terorê kir û ragihand ku Barzanî di dema şerê DAIŞê de digot ku bi şikandina DAIŞê teror li Iraqê xilas nabe. Ew gotinên Barzanî rast derketin çimkî şerê terorê îro derbasî qonaxeke din bûye.

Nûnerê taybet yê Trump behsa Pêşmerge jî kir û got, em bi hevkarî û şirîkatiya Pêşmerge di şerê DAIŞ û terorê de serbilind in û ev hevkarî û hemahengî dê berdewam be.

Brett McGurk rola Serok Barzanî di çareserkirina arîşeyan de û şerê terorê de bilind û girîng nirxand.

Serok Barzanî jî di mijara rewşa siyasî ya Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû de ragihand, divê hikûmet û piroseya siyasî ya Iraqê li ser esasê sê tiştan were avakirin; şirîkatî, lihevkirin û hevsengî. Da ku hemû gelên Iraqê bigihên pişk û para xwe.

Nûnerê taybet yê serokê Amerîka di dawiyê de anî ziman ku Amerîka li ser alîkarîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê de berdewam be û ragihand, çêkirina konulxaneya nû ya Amerîka li Hewlêrê nîşana wê ye ku hevkariya navbera Kurdistan û Amerîka dê demdirêj bidome.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin