Serok Barzanî 28 saliya damezirandina bingeha Laliş li kurdên êzîdî pîroz kir

.

Serok Mesûd Barzanî bîst û heşt saliya damezirandina bingeha Laliş li kurdên êzîdî pîroz kir.

Serok Barzanî bi helkefta 28 saliya damezirandina bingeha Laliş peyamek belav kir. Peyama Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,

Birêzan serok û endamên desteya bilind ya bingehê Laliş,

Bi helkefta bîst û heşt saliya damezirandina bingeha Laliş ez pîrozbahiyên xo arasteyî heweyên birêz û endam û kadrên bingeha Laliş û hemû xûşk û birayên êzîdî dikem. Bingeha Laliş di salên borî da ligel hemî kosp û astengiyan, bi hewla kadr û rewşenbîrên civaka êzîdî berdewam pêş keftiye û xizmeteka berçav pêşêşî kultura gelê Kurdistanê û parastina nerîtên civaka êzîdî kiriye.

Ez piştevaniyê li bizav û mandîbûna bingehî dikem û hêviya berdewamiyê û pêşkeftinê bo hewe û hêviya aramî û xoşiyê bo hemû xûşk û birayên êzîdî dixwazim. Her serkeftî bin.

Bimînin di xêr û xoşiyê de

Mesûd Barzanî

11 Gulana 2021

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn