Serok Barzanî: 16ê Cotmehê rojeke tarî ye di dîroka gelê me de

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta derbasbûna salêk di ser "Xiyaneta 16ê Cotmehê" re, peyamek belav kir û têde ragihand, ku "Şazdehê Cotmehê rojeke tarî ye di dîroka miletê me de. Di vê rojê de, xiyaneteke nemerdane, li hêviyên gelekî mezlûm hat kirin.

Bi sedema destekî navxweyî, bi awayekî bêwîjdanî bi çarenivîsa gelê me hat lîstin û ew axa bi xwîna hezaran xortên vî welatî hatibû parastin, di çarçoveya pilanekê de ket bin dagîrkarî û kavilkarî û sivikatîkirinê bi pîroziyên gelê Kurdistanê.

 

Herwiha dibêje: Ew pilana gemar, sivikatiyek bû bi sed sal xebat û qurbanîdana gelê me. Sivikatîkirin bû bi xwîna şehîdan û wan Pêşmergeyên qehreman, yên ku di şerê terorîstên DAIŞê de Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma me parastin û li şûna hemû mirovatiyê şerê terorê dikirin. Herwiha sivikatî bû bi dengê rewa û aştiyane yê gelê Kurdistanê, ku tenê tawan ew bû, dengê xwe yê rastiyane bi guhê cîhanê gihand.

Serok Barzanî di peyama xwe de dibîje: Me pêşbîniya hemû egerekê kiribû, lê ti demê em ne li bendî wê yekê bûn, ku destekî navxweyî bi vî awayî xencerê li pişta gelê Kurdistanê bide. Wan dixwest bi nepakî û dagîrkarî û bi dare zorê, îradeya gelê me bişkînin ku îradeya azadîxwazî û peyama aştî û pêkvejiyanê ye, lê îradeya gelê me zindî ma û bi piştrastî wê azadîxwazî û peyama aştiyê, serbilind bimîne û nepakî û dagîrkarî jî serşor û şermezar be.

Serok Barzanî got jî: Armanca Şazdê Cotmehê, nehiştina kiyana Herêma Kurdistanê û bêwatekirina mafên gelê Kurdistanê bû. Tevî ku bi hevkarî û çavsaxiya destekî nepak ê navxweyî, pilaneke gellekî mezin li dijî gelê me di holê de bû, lê dema ku Pêşmerge biryara bergirî û berxwedanê da, hevkêşe hat guhertin û serbilindî ji bo gelê Kurdistanê ma.

Herwiha got: Di vê salvegera tehil de, daxwazê ji hemû aliyekî dikim rêzê li dîrok û mafên gelê Kurdistanê bigirin, siyaseta şovenî û inkarkirinê ti encamê nade û tenê şer û paşketin jê derdikeve. Herdem jî me daxwaz kiriye ku Kerkûk bibe mînaka pêkvejiyanê, lê em bazarê li ser nasnameya Kurdistanî ya Kerkûkê nakin. daxwazê ji welatiyên Kurdistanê dikim bi hêvî û hêz ve temaşeyî pêşerojê bikin, doza gelê me rewa ye û bi şer û pilan û nepakiyê, bidawî nabe. Şazdê Cotmehê ew roja tarî ye di dîroka gelê me de, ku ti carî nayê jibîrkirin û divê bibê ders ji hemû kesekî re ji gelê Kurdistanê. Silav ji bo şehîdên Kurd û Kurdistan û hemû şehîdên riya azadiyê. Silav ji bo Pêşmergeyên qehreman. Silav ji bo têkoşer û niştimanperweran.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin