Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de bi helkefta 56emîn salvegera Peymana 11ê Adarê ragihand; ew destkeftiya dîrokî berhema Şoreşa Îlonê, berxwedana Pêşmerge û hemû çîn û tewêjên civakê bû, ku hikûmeta wê demê ya Iraqê neçar kir bi fermî mafên gelê Kurdistanê binase. Herwiha tekezî li ser parastina destkeftiyan û berdewamiya peyama aştiyane û pêkvejiyanê kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Peymana 11ê Adarê berhema Şoreşa Îlonê ya bi rêberiya Barzanîyê Nemir û xebat û feda kariya Pêşmerge û hemû çîn û tewêjên Kurdistanê bû. Berhema wê xebata xurt û seranser bû ku ji bo vegerandina mafên gelê Kurdistanê û pêkanîna demokrasiyê li Iraqê dest pê kiribû û di dawiyê de hikûmeta wê demê ya Iraqê neçar kir ku bi awayekî fermî dan bi beşek ji mafên gelê me de bîne.”
Herwiha di peyamê de hat gotin: “Di 56emîn salvegera Peymana 11ê Adarê de, em rûmeta têkoşîn û keda hemû wan Pêşmerge, şoreşger û niştimanperwerên Şoreşa Îlonê digirin ku bi ked û fedakariya xwe, destkeftiya dîrokî ya Peymana 11ê Adarê ji bo gelê me misoger kirin. Di vê bîranînê de, em tekezî li ser parastina destkeftiyan û peyama aştiyane û pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikin û silavan ji bo ruhê pak ê şehîdên Şoreşa Îlonê û hemû şehîdên Kurdistanê dişînin.”
Naveroka Peymana 11ê Adarê
Li gorî peymanê, zimanên Erebî û Kurdî dibin zimanên fermî yên Iraqê. Ew herêmên ku piraniya niştecihên wan Kurd in, dê bi zimanê dayikê bixwînin; hevdem zimanê Erebî jî ligel Kurdî tê xwendin. Xwendekarên ku hatibûn dûrxistin, bêyî guhdana temenê wan, dê vegerin ser xwendina xwe.
Di peymanê de hatibû: "Biryarên hikûmetê yên derbarê ziman de tên cîbicîkirin û ji bo pêşxistina asta rewşenbîriya xelkê, di radyo û televizyonan de bernameyên taybet ji bo Kurdan tên danîn. Kurd di hikûmetê de beşdar dibin û di wezaret û artêşê de para wan dibe. Fermanberên li herêmên Kurdistanê divê zêdetir Kurd bin û ji bo postên parêzgar, qaymeqam û rêveberên polîsan, kesên Kurd tên erkdarkirin."
Biryar hatibû girtin ku karker û fermanberên sivîl û serbazî vegerin ser karê xwe. Herwiha herêmên hatine paşguhkirin bên qerebûkirin, budceyek ji bo vejandin û plana geşepêdana aborî were veqetandin û li gorî yasayê mûçe ji bo malbatên şehîdan were dabînkirin.
Li gorî peymanê, dê bilez xebat ji bo temamkirina projeyan û dabînkirina derfetên kar were kirin. Niştecihên gundên Ereb û Kurd vedigerin ser cih û warên xwe û qerebûya ziyandîtiyan tê kirin. Yasaya çaksaziya çandiniyê tê cîbicîkirin û dawî li derebegiyê tê anîn; cotkar jî ji bacên raborî tên bexşandin.
Derbarê destûra Iraqê de, Şoreşa Îlonê û Partiya Beis li ser wê yekê li hev kirin ku gelê Iraqê ji du neteweyên sereke (Ereb û Kurd) pêk tê. Mikur li mafên gelê Kurd di çarçoveya Iraqê de tê kirin û yek ji cîgirên serokkomar ji bo Kurdan dibe. Yasaya parêzgehan tê guhertin û ji bo cîbicîkirina otonomiyê, ew parêzgeh û navçeyên ku piraniya wan Kurd in tên yekkirin. Kurd li gorî hejmara nifûsa xwe di desthilata qanûndanînê de beşdar dibin.
Her çend ev peyman di dawiyê de ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nehat cîbicîkirin jî, lê wekî destkeftiyeke dîrokî hate qeydkirin û bû bingehek ji bo bidestxistina mafên zêdetir ji bo xelkê Kurdistanê.
Sûdên Peymana 11ê Adarê:
- Cara yekem bû ku desthilatdarên Iraqê mikur li mafên Kurdan de hatin.
- Zimanê Kurdî bû duyemîn zimanê fermî yê welêt.
- Di warê siyasî de otonomî (xweserî) hat çespandin.
- Beşek ji dahata petrolê ji bo Kurdan hat diyarkirin.
- Lêborîna giştî ji bo kesên beşdarî şoreşê bûbûn hat derxistin.
Lê belê bi nirxandina rewşa wê demê, rejîma Iraqê sozên xwe pêk neanîn. Piştî çar salan rejîmê careke din dest bi dijminatiya Kurdan kir û bi rêya peymana bi Şahê Îranê re (Peymana Cezayîrê) û dayîna beşek ji axa welat, zextên li ser Kurdan û Şoreşa Îlonê zêdetir kirin û gelek sitemkarî û jenosîd li dijî Kurdan pêkanîn.
(K24)