Şerm bikin şerm

Beyar Robarî

Şerm bikin şerm .. şerm

Şermek mezin û kûr û germ

Ey kurdên daxivnî bizimanên serem

Erebî, Tirkî û Farîsî herdem

Û xwedî dikin zarokên xwe bi wan hem

  **

Şerm bikin şermek mezin û giran

Û bi tijî hestên dilan

Dema hûn daxivin bizimanên dijminan

Bi axiftina we re reş dibe rûyê cîhan

Û digirîn çiya û stêr û ezman

Berî hûn baxivin bi van zimanan

Bijmirin ta dehan lo heyran

Wendakirina ziman xwe firotina erzan

 **

Şerm bikin şermek mêran

Dema hûn daxivin kurdino bi dîlê neyaran

Û dest bernedin ji Zimanê Kurdî zimanê Yazdan

Dilê min ji we bi êş û kovan

Min melyon carek got û her dibêjim dilovan

Dest bernedin ji nasnama xwe ev zimanê ciwan

 **

Şerm bikin şermek bişewat

Jiber we ve fedîdikin kurdino kevir û lat

Ev zimanê xweşik û dewlemend

Bi destê Xwedê hat hûnandin û pêkt

Û ji ezmanê jorîn de ji me re dahat

Û pê xemilî Navîna Rojhilat

Çawa tu dest jê berdidî lo nav Xebat .. Xebat?

12 - 2017

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")