Serkomariya Iraqê: Hebûna PKKê li Iraq û Herêma Kurdistanê ne yasayî ye

.

 Serkomariya Iraqê di daxuyaniyekê de êrîşa PKKê li ser hêzên Pêşmerge li çiyayê Metîna li parêzgeha Duhokê şermezar kir û ragihand, hebûna PKKê li Iraq û Herêma Kurdistanê ne yasayî ye.

Berdevkê Serkomariya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, “hebûna leşkerî ya Partiya Karkerên Kurdistanê li Iraq û Herêma Kurdistanê ne yasayî ye û divê sînorek ji binpêkirinên wan ên aramiya Iraqê û ewlehiya welatiyên wê têk dide were danîn.”

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin, “Destûra Iraqê rê nade xaka Iraqê ji bo gefxwarina li ewlekariya welatên cîran bê bikaranîn.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Divê rê li ber binpêkirina serweriya Iraqê were girtin û hêzên Tirkiyê yên li Herêm û Mûsilê vekişin ku ev yek binpêkirina prensîba cîrantiya baş e û li dijî belge û peymanên navneteweyî ye.”

Destnîşan kir jî, “Pêwendiya me ya bi Tirkiye re li ser bingeha berjewendiya hevbeş e û pirsgirêka sînor çareser dikin. Herwiha Iraqê red dike jî ku xaka wê bibe cihê nakokiya dijminane ya her aliyekî.”


 

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn