Serkirdeyekî Heşdî Şabî gefa êrîşê li Amerîkayê dixwe

.

Serkirdeyê milîsên Heşdî Şabî gefa êrîşê li Amerîkayê dixwe û dibêje ew ê tola xwe ji Amerîkayê rabikin.

Fermandarê Ketaîb Seyid Şuheda ya ser bi Heşda Şabî ve gefa tolstandinê li hêzên Amerîkayê dixwe li beramber wê êrîşa ku 27ê Hezîranê li ser sînorê Iraq-Sûriyê bo ser wan hat kirin û dibêje: “Li Iraq an Herêma Kurdistanê û li her cihekî be tolê ji Amerîkayê distînin.”

Fermandar Ebû Ala Welaî ji Associated Pressê re axivoye û ragihandiye hêzên wan li ser hemû cadeyekê û li nêzîkê hemû serbazgeheke Amerîkayê hene, li esman be, li ser bejayiyê be, li derya be, li Herêma Kurdistanê be, li her cihekî be wan soz daye tolê bistînin.

Herwiha fermandarê Ketaîb Seyid Şuheda, Ebû Ala Welaî ragihandiye: “Divê em biçin kar li ser operasyonekê bikin ku xelk hemû bibêjin ev tolstandin e ji Amerîkayê. Her operasyonek bi şêwazê xwe. Operasyona li esman, operasyon li bejayî, operasyona li derya, li ser sînorên Iraqê, li herêmê, li her cihekî be. Em neku tenê li Iraqê dikarin şerê Amerîkayê bikin, lê em dikarin li Urdin, li Kurdistanê, li Siûdiyê jî wî şerî bikin, em dikarin li hemû cihekî li wan bidin. Em li ser hemû cadeyekê hene, nêzîkê hemû serbazgehekî Amerîkî ne, me soza tolstandinê daye. Em li desteya hevahengiyê di nav hemû yekeyeke berevaniyê de operasyona tolshildanê dikin.”

Ketaîb Seyid Şuheda grûpeke milîşiyayên Şîe ne û di Gulana 2013an de hatiye damezrandin daku mil bi mile artêşa Sûriyê şer bikin. Ketaîb Seyid Şuheda hevawayê Ketaîb Hizbullah û Tevgera Nûceba ye, ku piştî derketina DAIŞê di 2014an de bazinê êrîşên xwe berfireh kir û Iraq jî li xwe girt, heta 2017an, şiyan û hêza wê grûpê wek 2000 çekdar dihat texmînkirin.

Kurdistan Haberleri

Eger Mam Celal bûya dê çi bikira?
Neteweyên Yekbûyî: Divê hilbijartinên Kurdistanê bi beşdariya pêkhateyan werin kirin
Li Iraqê Roja Gorên Komî: Di 288 goran de termê 7370 kesan hatine dîtin
Ziman netew e, ziman ax e, ziman welat e!
.