Serkirdeyê Opozisyona Sûriyê Kurdan dişîbîne ajelan

"Tenê bêjeya Sedam bes e da ku bi lez derketina van nemîne."

Serkirdeyê Opozisyona Sûriyê Kurdan dişibîne ajelan, rehmetê bo Sedam dişîne û dibêje: "Tenê bêjeya Sedam bes e da ku bilez derketina van nemîne."


 

Yek ji serkirdeyên Opozisyona Sûriyê bi navê Esed Zubî di twîttekê de dibêje: "Her dema me rastiya sifetên rêxistina terorîst a Kurdî PYDê eşkere kiribe, hejmareke zêde ya ajelan derdikevin "ker dizire, kuçik dike ewt ewt, beq diqêrîne, sîsirk, cird û gelek kurm."


 

Herwiha nivîsiye: "Pêdivî bi bikaranîna dermanê qirkirinê nake bo van heşaretan, tenê bêjeya Sedam bes e da ku bilez derketina van nemîne, loma ev wiha li me dike berdewam rehmetê li Sedam bikin û Xwedê rehmê lê bike."


 

Ji aliyekî din ve Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) jî bersiva Esed Zûbî da û ragihand ku Esed Zûbî beşek e ji rejîma dîktator bûye û hiştina aliyekê û çûna nav aliyekî din, nayê wê wateyê ku bûye demokrat.


 

Endamê Encûmena Birêveber a PYDê Ebdulkerîm Sarûxan diyar jî kir ku ev daxûyanî nîşaneya eqliyeta Opozîsyona Sûriyê ye û ev axaftinên Esed Zûbî tenê ji bo Kurdan nîn in û ji bo tevahiya gelên din ên li navçeyê ne.


 

Sarûxan her wiha daxwaz ji ENKSê kir ku li hemberî axaftinên wiha hişyar be û helwestekî cidî li hemberî zihniyetên bi vî awayî bistîne.

  

Siyaset Haberleri

Şer bandorê li Sûriyeyê jî dike, 5 mirî hene
Senator Feraud: Pêwîst e Kurd di paşeroja Îranê de li ber çavan bên girtin
Bi mûşek û dronan êrişî Kampa Azadiya hat kirin
Hilbijartina rêberê nû yê Îranê gihişt kîjan qonaxê?
Zalmey Xelîlzad: Divê Kurd agahdar bin, dibe ku ev derfet careke din neyê