Arif Qurbani
Ti şerek ji ber xwe ve çênabe, xasma şerê di navbera dewletan de. Divê hin kêşe, sedem û armanc hebin ku bi rêya diyalog û dan û standinan bi cih nehatibin, lewma aliyek an her du alî ji bo pêkanîna wan didin ser rêya pevçûnê û şer hildibijêrin.
Îran û Îsraîl, piştî ketina Şah û hatina melayan li ser desthilatê, şûr û tîrên xwe li hev tûj dikin. Kêşeyên kûr, nakokî, hevrikî û di hin qonaxan de jî gelek hevkarî û hevahengiya rasterast û nerasterast di navbera wan de hebûye.
Di çil salên borî de, tevî hebûna kêşeyên curbicur, herwiha xwesteka her du aliyan ji bo serweriya herêmî wek armanceke stratejîk lê ev nebû sedemeke sereke ji bo lihevketina wan. Ji ber vê yekê, li gel hebûna kêşe û armancan, şer di navbera wan de rû neda, her çend bi salan gefa jinavbirina hevdu jî dikirin.
Li gel ku zemîna şer her tim amade bû lê pêwîstiya teqîna kêşeyan û destpêkirina şer bi sedemeke rasterast hebû. Bûyera 7ê Çiriya Pêşîn "Tofana Eqsayê", êrişên Hemasê yên li ser Îsraîlê, ew sedem jî diyar kir.
Ji ber vê yekê, di kêliya bersivdana Îsraîlê ji Tofana Eqsayê re, dihat payîn ku Tel Evîv tola xwe ji Tehranê hilîne û rasterast şer di navbera Îran û Îsraîlê de rû bide lê Îsraîlê ev yek nekir, ji ber ku pêwîst bû pêşî dest û dûvelankên Îranê li herêmê bibire û piştre berê xwe bide Tehranê.
Eger em wekî destekî li Îranê binêrin, wê demê Bexda û Şam, Hizbulah û Hemas û Hûsî her yek pêçiyeke destê Îranê li herêmê bûn. Di nava sal û çend mehên şerê piştî Tofana Eqsayê de, Îsraîl karîbû Sûriyeyê wekî pêçiyeke bi bandor a destê Îranê bibire û du pêçiyên din Hemas û Hizbulahê bişkîne.
Hûsiyên Yemenê jî xistiye ber neşterê. Tişta ku mabû Bexda bû, wekî pêçiyeke bê rol û bê bandor li dijî Îsraîlê.
Piştî vê proseya şikandina tilî û pêçiyan, Tel Evîvê destê xwe dirêjî Îranê kir. Wê wisa dizanî ku baskê Îranê nikare li ber şikandina destê Îsraîlê bisekine û dikare bi derbên leşkerî Îranê li çok bike û daxwazên xwe bi ser Tehranê de bisepîne.
Lê şerê 12 rojan, rastiyeke tal ji bo Îsraîl û Amerîkayê jî derxist holê derket holê ku şiyana moşekî û şiyana parastina ya Îranê ji ya ku texmîn dikirin zêdetir e.
Şerê diwanzdeh rojan, ew hemû nêrînên ku digotin heke karibin Îranê bikişînin nav erdnîgariya wê, êdî metirsî û gefên Îranê yên li ser aramî û ewlehiya herêmê bi dawî dibin, guhert.
Derket holê ku şiyanên Îranê ji vê zêdetir in. Ji ber vê yekê bêyî ku armanca şer pêk were, tewra bêyî ti rêkeftinekê, şer rawestandin û wekî "şerekî neqediyayî" hiştin.
Lê rawestandina êrişên moşekî, nayê wateya bidawîbûna şerê di navbera Îran û Îsraîlê de. Şerê navbera van her du welatan wekî mecbûriyeke jeopolîtîk, her divê rojekê were temamkirin.
Ev çend mehên borî ji bo her du aliyan wekî dayîna demê bû ji bo nirxandina rewşa xwe û ya aliyê din, ji ber ku di wan 12 rojan de herdu aliyan xalên lawaz ên xwe û yên hevdu dîtin, her wiha xalên hêzê yên hev du jî dizanin.
Li gel vê, di van çend mehên borî de Îsraîl li Amerîkayê û Îran jî li Çînê hewl didin ku moşek û teknolojiya leşkerî zêdetir bi dest bixin. Zêde nemaye ku ew dest bi gereke nû ya diyarker bikin.
Dibe ku niha payîna Donald Trump ji bo berbijêrkirina wî ji bo wergirtina Xelata Nobelê ya Aştiyê sedema sereke be ku şer ji nû ve dest pê nekiriye lê ev jî zêde nemaye. Di destpêka Çiriya Pêşîn a îsal de dê zelal bibe ka Trump tê berbijêrkirin an na.
Bi berbijêrkirin û nekirina wî, derî li ber şerê Îran û Îsraîlê vedibe. Her çend ti piştrastî nînin ku Netanyahu li benda Trump e yan na, ji ber ku piştrast e heke di destpêka şer de Amerîka ne pê re be jî dirêjbûna şer dê Amerîkayê jî bikişîne nav.
Ji ber vê yekê, îhtîmaleke xurt e ku destpêkirin û geşbûna şer negihîje Çiriya Pêşîn, bi taybetî ku Netanyahu armanc dike di salvegera Tofana Eqsayê de beşeke din ji armancên xwe pêk bîne.
Tişta ku ji bo me girîng e, pêgeha Îraq û Herêma Kurdistanê di vî şerê çaverêkirî yê li pêşiya me de ye. Îhtîmala kişandina herdu aliyên me, her yek ji çeperekê, ji bo nav vî şerê çaverêkirî heye. Bi awayekî teqez, Îsraîl berî ku bixwaze pişta Îranê li erdê bixe, dê vê pêçiya yekane ya bi navê Îraqê jî bişkîne.
Di gera berê ya şerê rasterast de, li gel wan hincetên ku Îranê li Herêma Kurdistanê digirtin, bi hewldanên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, cûreyek piştrastî ji bo Îranê çêbû û ji ber wê jî Kurdistan ji şer dûr ma.
Lê di vê gera çaverêkirî ya destpêkirina şer de, ti garantî nînin ku vê carê Kurdistan karibe xwe ji tevlîbûnê biparêze. Ev jî ji ber çend sedeman e:
Yekem: Piştî şerê diwanzdeh rojan, li ser asta navendên cuda yên desthilatê li Îranê, îşaret bi veguhastina pêşwext a dronên Îsraîlî û birina çekan bo kûrahiya Îranê tê kirin ku qaşo ji nav Herêma Kurdistanê ve hêsankarî hatiye kirin. Li nav Herêma Kurdistanê jî hin kesayet û medyayên girêdayî û bi guman ên navendên îstîxbarata Îranê, vê zanyariyê belav dikin.
Duyem: Parçebûna hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ser cemserên vê hevkêşeya herêmî û navneteweyî ya heyî.
Sêyem: Şerê vê carê dê şerekî diyarker be. Ji ber vê yekê, çawa ku Îsraîl dê gef û metirsiyan ji holê rake, bi îhtîmaleke mezin Îran jî dê heman tiştî bike. Di rastiyê de, ji ber ku Herêma Kurdistanê ne xwedî desthilateke navendî ya bi hêz e, heke çend navendên fermî û saziyên hikûmetê xwe ji kêşeyan dûr bigirin û alîgiriya ti aliyekî vî şerî nekin jî, lê dibe ku ji ber wan hevrikî û nakokiyên siyasî yên heyî, derfet ji bo hin kesan çêbibe ku bi awayekî Herêma Kurdistanê tevlî şer bikin.
Ji bo rewş û pêşhateke bi vî rengî, ji Kurdan tê xwestin ku amadekariyên pêşwext bikin da ku bi zerera herî kêm jê derkevin. Ev jî berpirsiyariyek e ku dikeve ser milê YNK û PDKyê, ji ber ku ji aliyekî ve desthilata Kurdistanê di destê wan de ye, û ji aliyekî din ve, parçebûna wan li ser cemseran û destwerdana li karê hevdu û çepergirtina wan ji hev re, zemîn ji bo vê gefê xweş kiriye.
Her çend niha nakokî û hevrikiyên wan di astekê de ne ku îhtîmaleke dûr e karibin bi hev re rûnên û çareyekê ji vî derdî re bibînin, lê eger wiha nekin, berî xelkê, ew bi xwe dê zerarê bibînin.
Rudaw