Şerekî dijwar di navbera YPGê û leşkerên tirk de diqewime

Operasyona li dijî Efrînê ku Tirkiye bi piştgiriya milîtanên ASAyê dabû destpêkirin ket roja 5an. Hate ragihandin ku balafirên şer ên tirk çeperên YPGê bombebaran dikin û li derdora Çiyayê Birseyê şerên dijwar diqewimin.

Li gorî ragihandina peyamnêrê Sputnikê Hikmet Durgun ji herêmê ji saetên sibê ve balafirên şer ên tirk çeperên YPGê yên li Çiyayê Birseyê, Daret Îsa, Eyn Deqqa û Raco yên Efrînê bombebaran dikin.

 

Ji aliyê din ve leşkerên tirk û milîtanên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ji Ezazê ve li çeperên YPGê yên li derdora Çiyayê Birseyê bi hewanan û çekên giran dixin. Li herêmê şerên dijwar di navbera her du aliyan de diqewime.

Herwiha sewqiyata leşkerî ya Tirkiyeyê bo sînor berdewam e û herêmên ser sînor ji bo rojnamegeran ji aliyê leşkerên tirk ve hat qedexekirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin