Serêkaniyê- Teqînek rû da  

.

Li gor zanyariyên destpêkê, ji encama teqînê kuştî û birîndar hene.

Li bajarê Serêkaniyê teqîneke bihêz rû da û li gor zanyariyên destpêkê, ji encama teqînê kuştî û birîndar hene.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, îro otomobîleke bombekirî li Herêma Pîşesazî ya Serê Kaniyê teqiye.

Li gor zanyariyên destpêkê, kesê di otomobîlê de canê xwe ji dest da û hejmarek kes birîndar bûn.

Ev di demekê de ye, duhî jî li nava bajarê Serê Kaniyê teqînekê rû dabû û di encamê de 11 kes hatin kuştin û 6 kes birîndar bûbûn.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye