Şerefxan Cizîrî: Divê pirsa ziman bibe pirsa serekî ya siyasî li Bakur  

.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerfxan Cizîrî ragihand  divê pirsa ziman li Bakurê Kurdistanê bibe rojeva serekî ya partiyên siyasî.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerfxan Cizîrî derbarê xebatên li ser zimanê kurdî de ji K24ê re ragihand, “Dema Platforma Zimanê Kurdî hat damezirandin, pirsa zimanê kurdî ket rojeva kurdan û xebatek hate destpêkirin, ji bo zimanê kurd bibe zimanê fermî û ev xebat bi pêş dikeve. Li hemberê bêdengiyek di nava raya Tirkiyê de heye, ev jî nîşana wê dide, heger xebata me qebûl nekin jî, em dikarin gelek destkeftiyan bigirin bihêlin guhdarî me bikin.

Şerfxan Cizîrî got jî: “Em wek Platforma Zimanê Kurdî û partiyên siyasî dixwazin pirsa ziman bikin pirseke sereke ya siyaseta kurdên bakurê Kurdistanê.”

Li ser pirsa damezirandina gelek saziyên zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê, Şerefxan Cizîrî got: “Em wek Platform, me dixwast ku di navbera me de cudahî çênebe. Di destpêkê de jî em ligel Huda-Par û Hak-Parê axivîn, da ku hemû aliyên kurdan bêne nava Platforma Zimanê Kurdî. Lê mixabin, piştî demekê Tora Ziman û piştre Hez-Kurd hatin avakirin. Cihê xemgîniyê ye ku em di pirsa ziman de jî nikarin bêne cem hevdu.”

Herwiha Şerefxan Cizîrî; bang li her du saziyên zimanê kurdî kir ku tevlî Platforma Zimanê Kurdî bibin û cihê xwe tê de bigirin. Herwiha got: “Heger ew sazî, tiştekî ji me cudatir dixwazin tiştekî biparêzin, bila ew serbixwe bin. Lê heger daxwazên wan jî wek yên Platformê ne, qelsî di vir de ye. Herî kêm, divê kurd di pirsa ziman de hevgirtî bin. Ji bo em di daxwazên xwe de xurt bin û bi saziyên dewletê û saziya perwerdeyê bidin qebûlkirin”

Şerefxan Cizîrî destnîşan kir jî, “Di plana me de heye serdana Enqerê bikin û hevdîtinan ligel partiyên ku nû li Tirkiyê ava bûne bikin, pêşniyarê xwe ji wan re bibêjin û pêşniyarên wan jî bibihîsin û bizanin çi projeyên wan ji bo çareserkirina pirsa zimanê kurdî hene. Lê ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê, ev serdan pêk nehatiye.”

Kurdistan Haberleri

Neteweyên Yekbûyî: Divê hilbijartinên Kurdistanê bi beşdariya pêkhateyan werin kirin
Li Iraqê Roja Gorên Komî: Di 288 goran de termê 7370 kesan hatine dîtin
Ziman netew e, ziman ax e, ziman welat e!
.
PWKyê li Amed, Mêrdîn û Batmanê belavokên ji bo Roja Zimanê Kurdî belav kir