Şerê li dijî DAİŞê û protokola bi DYA re

Mahmûd Kilinc

Bêşik, ji DAİŞ û terora wê bi giştî gelên Rojhelata Navîn û xasima neteweya Kurd, taybetî li başûr û rojavayê Kurdistanê zirarek gellek mezin dît, hêj jî dibîne.

Bi hezaran mirovên Kurd hatin kuştin, di serdema îro da Êzdî duçarê jenosîdê hatin, di şer da gund û bajar wêran bûn, bi hezaran pêşmerge û gerîlla şehît ketin, bi mîlonan gel koçber bû, barekî giran ket ser milê neteweya Kurd, kêfaretek hat/têt dayîn, lê çihê kêfxweşiyê ye ku DAİŞ hat şikandin, êdî ji hêza êrişkirinê daket û ket nav hewla xwe parastinê.

Egr ti bûyerên derasayî, rengvedanên nehesabkirî neqewimin, di hêla eskerî da marjînalbûna wê ne dûr e.

Ev wêne, di encamê wêrekî û cenga xortên Kurd da bi dest ket, cîhan jî vê rastiyê dibîne.

Lê belê, êrişên DAİŞê him civata Kurd û him jî rêvebira başûrê Kurdistanê û bi giştî tevgera siyasîya Kurdistan‘ê bi dijwarî hejand.

Weha hejand, ku bi metirsîya ber derî hesîyan û di her hêlê da kêmayên xwe dîtin, hay li pêwistîyên xwe bûn.

Bêşik xwezê nebûya, ewqas karesat bi ser neteweya Kurd va nehata, lê di encama êrişên DAİŞê da, li ser rêvebir û di nav civakê da çend geşedan (werar) û veguhêranên girîng encam dan.

Ligel gellek geşedanan taybetî pêdivî heye ku çar ji vana bên binav kirin: Yek jê, hişmendîya niştemanî ye, weha dixuye ku karesata DAİŞê hestên neteweyî hejand, ji berê bêhtir giringîya welat hat fam kirin.

Ya din, rewşa pêşmerge û gerîlla bû, ku derfeta xwe ji nûva perwerde û heşidandinê, naskirin û ceribandina çekên giran, modern û nû, herweha taktîk û stratejiyêk eskerî bidestket.

Yeke din, derfeta peywendîyên navdewletî rûda, cînahê bi nêzik va civata Kurd nas kir, herweha hevkarîya bi hêzên hevpeyman va gavek gellek girîng e, dîsa li rojavayê Kurdistan‘ê peywendiyên PYD û Hêzên Hevpeymanî, taybetî bi Dewletê Yekbûyî Amerîka (DYA) va geşedanek gellekî girîng e.

Eger berê qeyrana Suriyê bihata gotin, ku DYA û PYD dê bikevin nav hevkariyê, li dijî hêzek terorist, gelo pêkan bû ku mirov pê bawer bikira?

Ya din, bi bawerîya min şert û mercên ku neteweya Kurd bêhtir li ser ola Îslam bihizire, dîrok û peywendiyên di dîrokê da vebikole, taybetî gelê Erep, çîranên xwe nas bike rû dan.

Wekî li jor ameje bi têkilêyên navdewletî, bi Hêzên Hevpeyman, taybetî bi DYA va kir, du roj berê geşedanek gellekî girîng qewimî.

Bi bawerîya min, gavek dîrokî bû.

Di navbera rêveberîya başûrê Kurdistan’ê û DYA da, teybetî li ser mijarên serbazî (eskerî) protokol hat îmza kirin.

Li ser navê DYAyê alîkara wezîrê parastinê Elissa Slotkin, li ser navê rêvebirîya Başûr jî, li şûna wezîrê pêşmerge wezîrê karê hindur Kerîm Sîncarî, bi amedebûna Serokê Kurdistan‘ê Mesût Barzanî îmza kirin.

Demek dêrêj e, ku di kongira DYA da him komarîxwaz û him jî ji layê demokratan daxwaz dikirin, ku Kurd yekser bêne biçek kirin, alîkarî yekser bikeve destê hêzên Kurd.

Ango, Bexdat ji dewrê bêt derxistin, alîkarî yekser bêgehê başûrê Kurdistanê, ber destê pêşmerge.

Her çiqas ew protokol, ango belgeya rê û rêkarên dan û stendinên di navbera du hêlan da, taybetî bi boneya operasyona rizgarkirina bajarê Musilê be jî, encamên wê yên siyasî û dîplomatîk dê hebin, emê di rojên têt da bibînin.

Rast e, DYA û dewletên Ewrupî, di barê rapirsîn (referandum) û dîyarkirina serxwebûna başûrê Kurdistan’ê da wekî hêvîya Kurdan naaxifin û helwest nagrin.

Bêşik, ew li hevsenga siyasîya herêmê û berjewendiyên xwe difikirin, taybetî di dema cenga li dijî DAİŞê siyasetek piralî û taybetî birêvedibin.

Ew jî dizanin, eger Kurd nebin, dibê yekser arteşên xwe li herêmê bicî bikin û ew jî, him bi serbazî û him jî bi aborî barekî gellek giran e.

Rastiyek weha destê tevgera siyasî başûrê Kurdistan‘ê bihêz dike, lê divê yekrêzîya navxweyî hebe.

Ango, geşedan û veguhertin didin zanîn ku wekî gellek caran û gellek kesan gotin û dibêjin, derfetek zêrinî ketiye destê Kurdan, bona ku ji dest neçe, divê gavek dîrokî bête avêtin û bi amancê çêbûna yekrêzîya mala Kurdan fîdekarî bêt kirin.

Divê partiyên başûrê Kurdistan’ê, taybetî PDK, YNK û Tevgera Gorran hay ji xwe hebin, rewş konjuktûrel e, heta rizgarkirina bajarê Musilê.

15.07.2016/Dusseldorf