Li gor Rawengeha Mafên Mirovan a li Sûriyê (SOHR) di şerê çend rojên dawî de ji her du aliyan 97 çekdar hatine kuştin û HTŞê li başûrê Idlibê 11 gund kontrol kirine.
SOHRê ragihand ku di şerê HTŞya ku El Qayde piştgiriya wê dike û Komên Çekdarên Eniya Netewî ya Tirkiye piştgiriya wan dike de, şer gihîştiye gundewarên Heleb û Idlibê.
Li gor zanyariyên SOHRê komên çekdar ji bo erdên ketine destê HTŞê vegerînin êrîş dane destpêkirin û pevçûnên dijwar di navbera her du aliyan de diqewimin.
Herwiha dan zanîn ku Heyet Tahrîru'ş-Şamê, navçeya Darut Îzze ya nêzîkî sînorê Tirkiyê xistiye bin kontrola xwe.
Li gor serokê SOHRê Ramî Evdirehmanî, armanca HTŞê ev e ku têkiliya Efrîn û îdlibê bo OSOyê bibirre.