Serê du hefteyan zimanek ji holê radibe

Bi wesîleya Roja Gelên Xwecih ên Cîhanê Netewên Yekbûyî (NY) daxuyanî da û got ku zimanên ku piranî ji zimanên gelên xwecih pêk tên, bilez ji holê radibin û serê du hefteyan zimanek ji holê radibe

Sekreterê Giştî yê NY’yê ji bo rojê daxuyanî da û got serê du heftiyan carekê zimanekî xwecih ji holê radibe.

Guterres got ku bi her zimanekî re ku yê ji holê radibe, rêz û rêçik û dîrok jî ji holê radibe û diyar kir, ji bo berevaniya li gelên xwecih, wê destekê bidin her cure insîyatîfê.

Li ser rûyê cîhanê li 90 welatî 370 gelên xwecih dijîn û herî pir polîtîkayên cihêkariyê li ser wan tê kirin. Xwecih ji sedî 5 yê nifûsa cîhanê ne, lê 15 ji 100’î yê mirovên ku polîtîkayên cihêkariyê li ser wan tê kirin û têne marjînalkirin ji gelên xwecih pêk tê. Ango, li gorî gelên din zor û zehmetiya li ser wan 3 caran li zor û zehmetiya li ser civakên din e.

Piraniya zimanên cîhanê zimanên xwecihî ne

Li gorî daneyên NY’yê beşekî mezin ê wan zimanên ku her sal ji holê radibin, di serî çermsorên ku naxwazin qadên xwe jiyanê berdin, ji hêla gelên xwecih ve têne axaftin. Her çendî piranî 6 hezar û 700 zimanî ji hêla gelên xwecih ve were axaftin jî, her sal bi dehan ziman ji holê radibin.

Gelên xwecih her wiha temsîla 5 hezar çandên cuda dikin. Lê di serî de li Brezilya, Kanada, DYA û li welatên Asya, Afrîka, Okyanosya û Ewropayê dixwazin xwe bigirin, bi taybetî ji ber ku dest li ser qadên wan ên jiyanê tê danîn taloke li ser wan heye.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye