Şerê Çaldiranê û Peymana  Amasyayê (1514)

Siddik Bozarslan

Siddik Bozarslan

Têkilîyên Kurd û Osmanîyan û Kurd û Sefewîyan

Wek tê zanîn Peymana Amasyayê di 1514an da çêbûye. Ev peyman di navbera Padîşahê Osmanî Yavuz Sultan Selîm û derdora 25 Rêvebirên Kurd da pêk hatîye. Bêguman mîmarê rêvebirên civata kurdî jibo wê peymanê, Îdrîs-î Bidlîsî (1452-1520) ye. Lê pêwist e ku mirov şertên berîya wê peymanê û Şerê Çaldiranê bîne ber çav û bi kurtayî be jî rewşa wê demê derxe meydanê. Di wê çarçoveyê da rewşa civata kurdî yên sunî û elewî jî divê li ber çav were girtin. Eger em rewşa wê demê  ya hundur û derve jibo civata kurdî nedin zanîn û zelal nekin, mirov nikare nirxandineke îlmî çêke.

Divê em bidin xuyakirin ku tevayîya sedsala 15.an jibo beg û eşîrên kurdan , sedsaleka ne baş bûye û bi gelek zehmetîyan derbas bûye. Ji ber ku rêvebirên (beg-eşîr) kurd di nava agirên Akkoyunî û Karakoyunîyan da mane ku ew herdu Baskên Turkmenan bûne û li dijî hev şer kirine. Di wan şeran da jî yên herî zêde xisirîne, kurd bi xwe bûne. Di 1403yan da Akkoyunîyan herêma Dîyarbekrê zept kirine û Dîyarbekir ji we ra kirine serbajar (paytext). Di dawîya 1460an da Uzun Hasan, zorbirîya Karakoyunîyan dike û Tebrîzê bi dest dixe. Bi vî awayî Akkoyunî dibin serdestê (hakimê) Kurdistanê. 

Îcar em piçek behsa sefewîyan jî bikin. Tarîqeta Sefewîyan, di dawîya sedsala 13. an da li Erdebîlê saz bûye ku ev der, di bakurê Îranê ya îroyîn da ye. Di 1440an da tarîqet di nava turkmenên Akkoyunîyan da dest bi rêxistinîyê dike û Şîatîyê belav dike. Serekê tarîqetê Şah Îsmaîl, di 1501ê da Tebrîzê zebt dike, dawî li Dewleta Akkoyunîyan tîne û dewleta xwe ava dike. Avabûna Dewleta Sefewî, jibo turkmenên Îranî jî dibe navendeke cazîbeyê, loma sefewî ber bi rojava ve belav dibin. Bi vî awayî hîmê Şerê Çaldiranê derdikeve meydanê, ji ber wê ye ku pêşveçûnên sefewîyan jibo osmanîyan êdî bûye xeter.

Di wê rewşê da jibo osmanîyan, rawestandina sefewîyan bi saya serê tifaq û hevkarîya kurdan mimkun dibe ku herêma kurd wek tampon were bikaranîn. Bê guman rêvebirên osmanîyan fikirîne ku bi rîya tifaq û hevkarîya kurdan, hem kurd dê bibin dîwareke qeîm li dijî Îranê û hem jî dê têkilîyên sefewîyan û begên turkmenên Anatolyayê ji hev werin birîn. Ew tifaq û hevkarîya ku osmanîyan difikirîn, jibo rêvebirên kurdan jî dibe firsetêk ku bi osmanîyan ra tifaqan çêkin. Ji ber ku eşîrên kurdan ji hev belawela bûne û nikaribûne bi îradeyên xwe yên azad werin ba hev û tifaq û hevkarîyan çêkin. Felsefeya ”Ez ezî”yê ya giregirên kurd, li pêşîya wan adeta bûye astengeka esasî ku di nav xwe da tifaqan çêkin.

Piştê îlankirina Dewleta Sefewîyan, derdora 11 Begên Kurd diçin huzûra Şah Îsmaîl ku wî pîroz bikin. Balkêş e ku Şah Îsmaîl wan rêvebirên kurd davêje zindanê û di şûna wan da zilamên ku sadiqê îradeya wî ne, tîne ser kar. Li hemberî wê politika Ş. Îsmaîl, Sultan Selîm jî ji rêvebirên kurdî ra bi awayek sozên otonomîyê tîne cî. Di wê politikayê da hedefa hewildanên Şah Îsmaîl ew in ku Mezhebê Şîatîyê bi metodên zorê bi Kurdên Sunî bide qebûlkirin. Li dijî wê politikayê, ji Yavuz Sultan Selîmê Sunî ra jî dibe firset ku Kurdên Sunî jî di bin rêvebirîya osmanîyan da werin ba hev û li dijî Îranê bibin dîwarek.

Çarçoveya jorîn ku min bi kurtî da zanîn; hîmên çêkirina Peymana Amasyayê hatîye meydanê. Tê gotin ku Peymana Amasyayê di navbera Padîşahê Osmanîyan Yavuz Sultan Selîm û 25 Begên Kurdî da çêbûye ku mîmarê wê lihevhatinê jî Îdrîs-î Bidlîsî ye. Lê xuya dibe ku di Şerê Çaldiranê da 15 rêvebirên kurd digel hêzên xwe yên çekdar beşdarî kirine û bi saya wê piştgirîyê, osmanî bi ser ketine. Mirov dikare bêje ku hêzên kurd di vî şerî da pêşevatîyê / pêşengîyê kirine û loma osmanî bi serketine. Hukmên wê peymanê weha ne:

- Osmanî, dê parastina otonomiya Begên Kurdî biparêze; rêvebirîya Begên Kurdî dê ji babê derbasî lawî bibe û bi fermana padîşah bibe qethî.

- Di hemî şeran da dê kurd digel osmanîyan cî bigrin û osmanî jî dê li dijî êrîşên derve kurdan biparêzin.

- Begên Kurdan dê bacê (wêrgu) bidin osmanîyan ku ew miktar, osmanî didin kifşkirin. 

Piştî pêkanîna Peymana Amasyayê, Îdrîs-î Bidlîsî, Begên Kurdan tek u tek zîyaret dike, ji wan dixwaze ku dezgah û heyîyên sefewîyan hemî werin ruxandin û paqijkirin. Bi vî awayî bingehê peymanê fireh dibe û ew begên ku ji alîyê îdareya sefewîyan ve hatibûn dûrxistin, careka dî dizivirin ser erdên xwe û cîyên xwe yên rêvebirîyê distînin. Bi wê awayî ji sînorên Maku, Musul û heta Baxdayê zencîreke kurdî pêk tê ku di wê çarçoveyê da hemî kurd digel hêzên osmanî di Şerê Çaldiranê da cîyê xwe distînin. Ev rewş, heta Peymana Qesra Şîrîn didome ku di 1639an da çêdibe û dibe sînorên Osmanî û Îranê û her weha Kurdistan jî di navbera wan her du dewletan da cara ewil  dibe du perçe. 

Balkêş e ku piştî Şerê Çaldiranê, Y. S. Selîm berbirsîyarî dide Î. Bidlîsî ku digel Begên Kurdan biaxife da ku ji xwe ra bi navê ”Begêbegan ê Kurdistanê” (Kürdistan Beylerbeyi) serekek hilbijêrin. Mixabin ku Begên Kurdan nikarin di nava xwe da lihevhatinek çêkin ku yekî ji xwe ra bikin serek. Bi tabîreka dî, ji ber ”ez-ezîyê” begên kurdan nikarin yekî ji xwe ra bikin serek an berpirsîyar ku em li jêr vê rastîyê ji devê Î. Bidlîsî dibîsin; loma ew rewşa wan a hundurî ye ku ew bûne mehkûmê osmanîyan ku bi wan ra lihevhatinek çêkin. Felsefeya ku Îdrîs-î Bidlîsî jî birîye wê merhaleyê, ev şola ”ez-ezîyê” ya giregirên kurd bixwe ye.

”Di pêvajoya Şerên sînorî yên Dewletên Osman û Sefewîyan ku bo hukumkirina Kafkasyayê, Azerbaycanê, Kurdistanê û Îraqê pêk hatine wek 1514-1516, 1534-1556, 1587-1628, 1636-38,1724-32; piranîya mîrên kurdan beşdarî kirine û digel osmanîyan cî sitandine. Di pêvajoya Şerê Çaldiranê da Mîrên Kurdan, Îdrîs-î Bidlîsî rêdikin cem Sultan Selîmê I. da ku ji rêvebirîya xwe berpirsîyarekî wek Begêbegan hilbijêre jibo Kurdistanê ku ew Karaxanî ji Kurdistanê biqewitîne. Li ser wê daxwaza Îdrîs-î Bidlîsî jibo Y. S. Selîmê I., ji Îdrîs-î Bidlîsî dipirse da ku ji nav mîrên kurdan ew kê hilbijêre bo wî karî. Bersiva Îdîrs-î Bidlîsî weha ye:

´Tevayîya wan jî hema hema wek hev in û tu kes ji wan li pêşberî yekî dî naxwaze xwe bitewîne (xwar bike). Jibo têkoşîneka digel hev û bi tesîr li hemberî Qizilbaşan (Elewîyan), pêwist e ku selahîyet jibo xebatkarekî Sarayê were tayînkirin da ku di nav ahengeke da mîrên kurdan jê ra îtaatê bikin.” (4) Sultan Selîm wê berpirsîyarîyê ewil dide Îdrîs-î Bidlîsî û paşê jî wî karî  dide Mehmed Paşayê Bisimbêl (Bıyıklı Mehmet Paşa).

Têbinî: Nivîs dewam dike…

 

(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)