Serdozgeriya Komarê derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn da destpêkirin

.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê daxuyaniya Komkujiya Ermenan a salvegera 106’emîn a Baroya Amedê de lêpirsîn da destpêkirin. 

 
Baroya Amedê di 24’ê Nîsanê de derbarê salvegera 106’emîn a Komkujiya Ermenan de daxuyaniyek belav kiribû û komkujî şermezar kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji ber daxuyaniya baroyê derbarê Serokê Baroyê Nahît Eren û endamên Desteya Rêveberiya Baroyê de bi hêceta “Xelkê Tirkiyê, dewleta Komara Tirkiyê, sazî û organên dewletê biçûk xistiye” lêpirsîn da destpêkirin. 
 
‘EM Ê NIRXÊ DÎROKÎ BIPARÊZIN’ 
 
Serokê Baroyê Nahît Eren li ser hesabê xwe Twitterê bertek nîşanî lêpirsînê da û wiha got: “Baroya Amedê azadiya îfadeya her kesî heta dawiyê diparêz e. Em ê ji ber zext û lêpirsînan parastina azadiya îfadeya xwe bi sînor neke. Em ê heta dawiyê li pey gotinên xwe bin û xwedî li nirxên dîrokî derkevin û biparêz in.” 
 
Baroya Amedê daxuyaniya xwe bi ser navê “Em êşa faleketa mezin parve dikin” belav kiribû û wiha gotibû: "Em di 106'emîn salvegera ‘Felaketa Mezin’ de êşa wan parve dikin. Tehcîra Ermeniyan êş û felaketa herî mezin a civakê ye. Ji ber vê yekê 24'ê Nîsanê li hemû cîhanê roja reş e."


 

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan