Şer sekinî û Ermenistan bajarên Qerebaxê radestî Azerbaycanê dike  

.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev bi navbeynkariya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, ji bo bidawîkirina şerê herêma Nagorno-Qerebaxê, peymaneke agirbestê îmze kir.

Nîkol Paşînyan eşkere kir: “Ez nikarim wesfa jana wê peymanê bikim, lê piştî nirxandina rewşa serbazî û nirxandina kesên şareza, min ev biryar da.”

Piştî îmzekirina biryara agirbestê, Serokê Herêma Nagorno-Qerebaxê Arayik Harutyunyan peyamek arasteyî gelê xwe kir û got: “Êdî şer rawestiya.”

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku serkirdeyên Ermenistan û Azerbaycanê li ser rawestandina şer li hev kirin.

Li gor rêkeftinê; divê Ermenistan heta 15ê vê mehê, devera Kîlbicar radestî Azerbaycanê bike. Herwiha divê heta 1ê Kanûnê devera Laçîn vala bike. Di rêkeftinê de qala bajarê Şuşa nehatiye kirin, çimkî Azerbaycan duh ragihand ku ketine wî bajarî. Herwiha heta 20ê vê mehê jî divê devera Egdam jî radestî Azerbaycanê were kirin.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye