Seqiz – Kesek ji ber kincên kurdî hat girtin

Beriya niha jî ji ber referandoma Başûr hatibû girtin

Li bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê, welatiyekî kurd ku beriya niha ji ber referandoma serxwebûna Başûrê Kurdistanê hatibû girtin, vê carê jî ji ber kincên kurdî hat girtin.

Malpera mafên mirov ya Hengawê ragihandiye, roja 21 vê mehê li Seqizê welatiyekî kurd bi navê Eta Rehmanzade ji ber ku kincên kurdî li ber kiribû, hat girtin.

Li gorî agahiyan, wî welatiyê kurd bo bibîranîna salvegera damezirandina Komara Kurdistanê kincên kurdî li ber kiribû.

Ew welatiyê han beriya niha jî ji ber ku piştgirî dabû referandoma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, bi salek zîndan hatibû mehkûmkirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye