Futbollîza kurd Şengê bi futbollîzê neteweyî yê swêdî bi Emîl Forsberg re zewicî
Şengê Birhan Husên keça pêşmergeyekî ye, bi eslê xwe ji başûrê Kurdistanê ye û ji mêj ve li Swêdê dijî.
Şengê li Swêdê di lîstikvanîya futbolê de jêhatî ye û di tîma neteweyî ya Swêdê de jî cîh girtîye. Şengê ji sala 2009ê ve li Swêdê di tîma Sundsvalls DFF de bi topê dilîze û êrîşber e.
Bavê Şengê, Birhan Husên jî lîstikvanekî kevin ê tîma Silêmanîyê ye.
Zavayê swêdî Forsberg nuha di tîma RB Leipzig a Almanyayê de dilîze. Forsberg berîya wê di tîma Malmo ya Swêdê de dilîst û di şampîyonîya Ewrûpayê de di nav tîma swêdî de cî digirt.
Şengê û Emil Forsberg roja 15ê Tîrmehê bi daweteke kurdewarî û swêdî zewicîn û zavayê swêdî bi zîrekî govenda kurdî digerand. Li gor agahdarîyên ku apê Şengê rêzdar Arif daye Rûdawê, Şengê û Emil Forsberg ji 14 salîya xwe ve hevalên hev in.