Sendîqeya Kedkarên Tendirustiyê: Bila derfetên tendirustkaran werin başkirin

.

Sendîqeya Kedkarên Tendirustiyê bi civîneke çapemeniyê bal kişand ser rewşa aboriyê ya tendirustkaran. 

Sendîqeya Kedkarên Tendirustiyê bi civîneke çapemeniyê bal kişand ser rewşa aboriyê ya tendirustkaran û hat amajekirin her dem ji wan re dihat gotin ku dê derfetên wan werin başkirin lê ji bilî çepikan tiştek din ji wan re nehat kirin.

Li Diyarbekirê di hewşa Nexweşxaneya Zarokan de ji aliyê Jûra Bijîşkan a Diyarbekir û Sendîqeya Kedkarên Tendirustiyê ve daxuyaniyek hevpar hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku bi taybetî di serdema pandemiyê de barê tendirustkaran gelek giran bûye û pesnê tendirustkaran hatiye dayîn, lê di warê darayî de pirsgirêkên tendirustkaran qet nehatine dîtin.

Di daxuyaniyê de Hevserokê Sendîqeya Kedkarên Tendirustiyê yê Şaxa Diyarbekir Şiyar Guldîken anî zimên ku ji bilî ku çepikan ji tendirustkaran re bidin tiştek din nekirin.

Seroka Jûra Bijîşkan a Şaxa Diyarbekir Elîf Turan jî bal kişand ku pergala girêdayî performansê pergalek wisa ye ku metîngeriya keda tendirustkaran e. Ji rayedarên dewletê hat xwestin ku mûçeyên tendirustkaran werin başkirin ku bikaribin dahatek berketî ya têra jiyaneke bi tendirust bike bi dest bixin.

Mahîr Yuksel/K24

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye