Senatorê Amerîkî Rubio: NIha dema serbixwebûna Kurdistanê ye

Êvara roja yekşemê 05-01-2020an Senatorê Amerîkayê Marco Rubio ragihand niha dema wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê serbixwe bibe.

Navenda Nûçeyan- Senatorê Eyaleta Florîda yê Komarî Marco Rubio ji ser tora medyaya civakî  ji ser hesabê xwe yê twitterê destnîşanî bi biryara Parlementoya Iraqê ya derxistina hêzên Amerîkayê ji Iraqê  kir û da zanîn belkî dema wê yekê hatîye Kurdistan serbixwebûna xwe ya bi temamî ragihîne.

Herwiha Marco Rubio wiha nivîsandîye: “Belkî dema wê yekê hatîye ku ew cihê niha bakurê Iraqê ye bi temamî serbixwebûna xwe werbigire.”

Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin