Senatorê Amerîkî, Menendez: Divê Amerîka li ser piştevanîkirina Mesrûr Barzanî berdewam be    

.

Serokê komîsyona pêwendiyên derve li Senatoya Amerîkayê ragihand, divê Amerîka di piştevanîkirina serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî berdewam be.

Senatorê Amerîkî û serokê komîsyona pêwendiyên derve li Senatoyê, Bob Menendez li ser êrişa mûşekî ya Hewlêrê peyamek belav kiriye û ew êriş bi tundî şermezar kiriye.

Menendez di peyama xwe de, ku li ser malpera xwe belav kiriye, gotiye, ew êrişên han vê rastiyê derdixin ku divê hemahengî û hevkarî di navbera artêşa Amerîka û hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê de berfirehtir û zêdetir bibe.

Wî senatorê Amerîkî bang li hikûmeta Amerîka jî kiriye, di piştevanîkirina serokwezîrê Herêma Kurdistanê Meserûr Barzanî de berdewam be û serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî teşwîq bike da ku lêkolînên hûr li ser wan êrişan bike.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye