Senatorê Amerîkayê: Hêvî dikim Amerîka xeletiya sala 2011an dubare neke

.

Endamê Kongreya Amerîkayê yê ji Partiya Komarî Mark Green got, ew ê hemû hewlê bidin li Kongreyê ji bo hêzên Amrîkayê li Herêma Kurdistanê bimînin ew jî weke spasiyek be ji bo qurbaniya kurdan û têkoşîna hêza Pêşmerga ya di şerê li dijî terorê de de ye.

Di hevpeyvîneke ligel Kurdistan24ê de Mark Green got: “Hêvîdar im Amerîka heman xeletiya di sala 2011an de kiriye dubare neke bi vekişîna Iraqê careke din nebe sedema nesaqamgîrî û nehametî weke aniha li Afganistanê em dibinin û wekî dubarebûna senaryoya vekişîna Amerîka ya sala 2011an ji Iraqê.”

Mark Green da zanîn, ew ê bi hemû şiyana xwe hewl bidin hêzên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê bimînin û ew piştgiriya kurdan dikin û bi ti awayî pişta xwe nadin kurdan. 

Mark Green destnîşan kir: “Em ê fişarê bixin ser hikûmetê ji bo hêzên me li Herêma Kurdistanê bimînin weke spasiyeke hemû qurbaniyên hêza Pêşmerge û millete kurd di şerê li dijî DAIŞê de daye.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye