Senator Menendez: Divê Amerîka piştgiriya Mesrûr Barzanî bidomîne

.

Senator Bob Menendez, Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Civata Senatoran ya Kongresa Amerîka, do li ser êrîşa moşekî ya li dijî bingeheke Amerîkî ya li Herema Kurdistana Iraqê, daxuyaniyek da.

Menendez diyar kir: “ Ez êrîşa ya li Hewlêrê bi tundî şermezar dikim û ji malbatên karmendê Amerîkî yê ku hatiye kuştin û ji hêzê Amerîkî û karmendên din yên birîndar bûne re sersaxîyê dişînim.”

Menendez da zanîn, ev êrîşa dawî girîngiya hevkariya ewlehiyê ya xurt ya di navbera Hêzên Ewlehiya Iraqê û yên Kurdistana Iraqê de destnîşan dike. “Ez Amerîka teşwîq dikim ku piştgirî bide xebatên hevrêziya ewlehiyê.’’

Herwiha Senator Menendez bi berdewamî balkişand ku gelên Iraqê ji ber van kiryarên bêşerm yên şîdetê bo demeke pir dirêj êş û azar kişandin, ku ew tenê ji têkdana serwerî û aramiya neteweya wan re xizmetê dike.

Menendez got: “Divê Amerîka piştgirîya Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bidomîne û Serokwezîrê Iraqê Mustafa El-Kazîmî teşwîq bike da ku li ser vê êrîşê lêpirsîneke tam pêk bîne.’’

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye