Şemzînan: Dewleta Tirk şkence li gundîyên Kurd kirîye!

Hat îddîakirin ku polîs û leşkerên Tirk li gundê Şapatan a navçeya Şemzînan a bajarê Colemêrgê li gundîyên kurd şkence kirine.

Li gor dihahaberê berê du rojan di operasiyonekê de tîmek taybet hatîye kuştin û li ser vê yekê polis û leşkerên tirk li gundê Sapatan a navçeya Şemzînanê gundîyan li meydana gund civandine û bi bahaneya ku ew alîkarîya dewletê nakin bi wan heqaret û şkence kirine û 36 kesan jî desteserkirine.

Piştî îfadeyên midûriyeta polîsan 20 kes serbest hatine berdan. Yên hatine berdan ji bo rapor werbigrin serlêdana nexweşxaneya dewletê kirine lê doktor jî heqaret li wan kirîye û gotiye hûn neheq in û ba polis kiriye û ji wan bi navê E.Ç carek din hatiye binçavkirin.

Di destpêka salên 1970î de jî komandoyên dewleta tirk gundiyên kurd li meydanên gund dicivandin û bi bahaneya oxlameya çek û silehan bi wan şkence dikirin. 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin