Semsûr- 10 cotkarên tûtinê hatin zindanîkirin

.

Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê 10 cotkarên tûtinê ku pêştir yasaya tûtinê protesto kiribûn bi biryara dadgehê hatibûn desteserkirin bi biryara dadgehê hatin zindanîkirin.

Kêşeyên cotkarên tûtinê yên Semsûr û Meletiyê demeke rojeve li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê. Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyê ji bo firotina tûtinê mercê “belgeya karbidestî” wek yasa derxistibû. Yasaya qedexeya tûtinê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku sala 2017an hatibû pesendkirin lê cîbicîkirina wê çend caran hatibû paşxistin, roja 1ê Tîrmeha îsal ket warê cîbicîkirinê.

Li gor wê yasayê, nabe ti kes bêyî destûra Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyê tûtinê biçîne û bazirganiya tûtinê bike. Her cotkarek yasayê binpê bike û mercê wezaretê pêk neyîne, dê ji 3 heta 6 salan bê cezakirin.

Herwiha ji 1ê Tîrmehê ve cotkarên tûtinê êdî nikarin tûtinê bifiroşin. Beriya 10 rojan bi hezaran cotkarên tûtinê dijî yasayê çalakî kirin û rêya Semsûr-Meletî, Semsûr-Riha û Semsûr-Amedê girtibûn.

Piştî çalakiyan bi çend rojan, 16 kes ji cotkarên ku beşdarî protestoyan bibûn ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatin desteserkirin.

Dadgeha Semsûrê derbarê 10 cotkaran de biryara girtinê da û 6 kes jî bi mercên kontrola edlî hatin berdan.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn