Selahedîn Demîrtaş kuştina 13 dîlên dest PKKê de şermezar kir

.

Hevserokê berê yê HDPê Selahettîn Demirtaş kuştina 13 dîlên ku di destê PKKê de bûn şermezar kir û hevxemiya xwe ligela malbatên wan nîşan da.

Di encama operasyona artêş Tirkiyê li ser çiyayê Garê de, 13 leşker û polîsên Tirkiyê yên dîl di destê PKKê de bûn hatibûn kuştin. 

Di vê derbarê de, Hevserokê berê yê HDPê Selahettîn Demirtaş li Twittera xwe nivîsî: “Ez bi awayekî eşkere, kuştina 13 welatiyên me yên di destê PKKê de bûn şermezar dikim. Ez ji dil hevxemê êşa malbatên wan im û sersaxî li wan dikim. Ez ji ber rûdanên ku qewimîne, gelek xemgîn im.”

Demîrtaş herwiha operasyona artêşa Tirkiyê ya li çiyayê Garê wek şoveke siyasî bi nav kir û got: “Berpirsê trajediya ku di encama wê bûyerê de derketiye, desthilat e û divê hesab bide û nabe HDP û opozisyon wek berpirsyar bên nîşandan.

Di berdewamiya parvekirinan de Demirtaş got, "Tiştê esas ew e ku di her şertê de li dijî çek, tundî û şer, aştî bê misogerkirin."


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye