Sekreterê Giştî yê Partiya Dêmokrat yekxistina Hêzên Pêşmerge pîroz kir

.

Sekreterê Giştî yê Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya Îranê (PDKÎ) Mustefa Hicrî bi belavkirina peyamekê yekxistina Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê pîroz kir.

Hicrî di peyama xwe de da xuyakirin ku ev nûçeyek e ku di nava demeke dirêj de ji aliyê gelê niştimanperwer ve dihat hêvîkirin û di merasîma fermî ya bi beşdariya berpirsên payebilind de bi fermî hate ragihandin.

Di daxuyaniyê de, Sekreterê Giştî yê PDKÎ pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, aliyan û hemû gelê Kurdistanê kir û destnîşan kir: "Hêvîdar im ev pêngava bibe wek destpêka pêngaveke mezin be ji bo nêzîkbûn û yekrêziya aliyan di geşkirana demokrasiye, aştî û berjewendiyên bilind ên Kurdistanê de."

Kurdistan Haberleri

Wezîrê Pêşmergeyan: Pêvajoya yekkirina Pêşmergeyan bi serkeftî qediya
Gaveke dîrokî: Pêşmerge bi tememî bûn yek
Mesrûr Barzanî: Em di yekkirina hêzên Pêşmergeyan de bi ser ketin
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk doza Kurdî li Bakur û Rojava dinirxîne
Peyama kak Mistefa Hicrî li derheq êrîşa neheqî bo ser bavê şehîd Jîna Emînî