Sekreterê giştî yê NY cejna Newrozê pîroz kir

.

Sekreterê Giştî yê NYê peyamek belav û ragihand, Newroza îsal ji yên berê girîngtir e.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bi boneya Newrozê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Antonio Guterres di peyama xwe de amaje bi girîngiya Newrozê kir û got, Newroz her sal wateya nûbûnê ye û tekez jî kir, Newroza îsal ji yên berê girîngtir e.

Sekreterê Giştî yê NYê behsa rewşa Koronayê jî kir û got, di demekê de ku ku cîhan hewl dide bi ser şewba Koronayê de zal bibe, Cejna Newrozê dibe sedema nûbûn û başbûneke baştir û dadperwerane û bi sirûştê re jî di nav hemahengiyê de ye.

Guterres tekez kir, ev qonax ji bo hevgirtin û hevkariya civak û nifşan ji berê gelek girîngtir e.

Cejna Newrozê di lîtsa mîratên navdewletî ya UNESCOyê de jî hatiye tomarkirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye