Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Sıdkı Zilan serbest hate berdan.

Parêzer û Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî (Hereketa Îslamî ya Kurdistanê) Sıdkı Zilan piştî desteserkirina xwe bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Piştî dadgehkirinê derbarê Zilan de bi şertê kontrola edlî biryara berdanê hat dayîn.

Ji ber parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî, ku derbarê êrîşa artêşa tirk a li dijî Efrînê de parve kiribû, doz li Sıdkı Zilan hatibû vekirin.

Zilanê ku ji bo îfadedayînê çû edliyeyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.

Piştî dadgehkirinê derbarê Zilan de bi şertê kontrola edlî biryara berdanê hat dayîn.

Herwisa hêjayî gotinê ye ku polîsan duhî bi ser mala Zîlan de girtibû.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin