Seîd Gabarî rastî bûyereke trafîkê hat

Hunermend Seîd Gabarî li ser rêya navbera Berdereş – Hewlêrê rastî bûyereke trafîkê hat. Berdevkê Hatûçûna Hewlêrê eşkere ku rewşa Gabarî baş e, lê ajovanê wî birîndar bûye û zirara madî gihiştiye wesayîta wan.

Îro duşemê, li ser rêya Berdereş – Hewlêrê hunermedê navdar ê Kurd Seîd Gabarî rastî bûyereke trafîkê hat, niha ew bi xwe bi silamet e, lê ajovanê wî birîndar bûye û zirar gihiştiye wesayîta wan.

 

Fazil Hacî li ser sedema bûyerê diyar kir, bûyer di demekê de qewimiye ku hunermend Seîd Gabarî xwestiye ber bi yek ji kampên Hewlêrê biçe, lê di rê de tekela wesayîtê teqiyaye û ajovan kontrola wesayîtê ji dest daye û wergeriyaye.

 

 

Seîd Gabarî di sala 1956an de li gundê Xirbê Kejê yê ser bi bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye û di sala 1969an de di konserekê de yekem berhema xwe belav kiriye.

 

 

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin