Sehaf: Li Herêma Kurdistanê amadekariyên ewlekariyê di asteke bilind de ne

.

Wezareta Karûbarên Derve ya Iraqê diyar dike, amadekariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo pêşwazîkirina Papa Francis, di asteke bilind de ne.

Li gor Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf daye zanîn, Papayê Vatîkanê sibe li Necef, bi Elî Sîstanî re hevdîtinê dike, ev jî peyamek ji hemû olan re ye ku her dem ku ew xwedî nêrîneke hevpar in.

Ehmed Sehaf destnîşan kiriye, tedbîrên ewlekariyê li hemû cihên ku wê Papa serdana wan bike hatine girtin.

Herwiha Ehmed Sehaf eşkere kiriye: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi hevahengiya ligel Hikûmeta Federalî, amadekariyên temam girtine. Bi taybet li Hewlêr û Qereqoş amadekariyên ewlekariyê di asteke bilind de ne. Ev jî li cem me wek Hikûmeta Federalî, cihê şanaziyê ye.”

Papayê Francis, îro bi serdaneke dîrokî gihîşt Bexdayê û li balafirxaneya Bexdayê, ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve hat pêşwazîkirin. Biryar e jî roja 7ê Adarê Papa bigîhe Hewlêrê û li stada navdewletî ya Franso Herîrî, ligel bi hezaran welatiyên Kirîstiyan, ji bo aştiyê dua bike.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye