Sefîn Dizeyî: Çend welatên din dixwazin nûnertiya xwe li Herêma Kurdistanê vekin  

.

Serokê fermangeha pêwendiyên derve ya Kurdistanê, Sefîn Dizeyî dibêje, çend welatên din jî dê nûnertiya xwe li Herêma Kurdistanê vekin.

Serokê fermangeha pêwendiyên derve ya Kurdistanê, Sefîn Dizeyî ji BasNewsê re got, li Herêma Kurdistanê 40 konsulxane, nûnertî û saziyên navdewletî hene.

Sefîn Dizeyî her wiha got, çend welatên din jî amadehiya xwe nîşan dane nûnertiya xwe li Kurdistanê vekin. Duhî jî konsulxaneya Ermenistanê li Hewlêrê bi fermî hat vekirin.

 Serokê fermangeha pêwendiyên derve da zanîn jî, yek ji pilanên kabîneya nehem ya hikûmeta Kurdistanê, pêşxistina pêwendiyên derve û dîplomatîk e û got, ji bilî pêşxistina pêwendiyên siyasî û dîplomatîk, hikûmet dixwaze bi rêya fermangeha pêwendiyên derve pêwendiyên aborî bi welatên biyanî re pêş bixe û daxwaz ji welatan û kompaniyên biyanî bike li Kurdistanê kar bikin û pirojeyan pêş bixin.


 

Kurdistan Haberleri

Trump: Şer dê di demeke nêz de bi dawî bibe û cîhan dê aramtir bibe
Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê ne beşeke aloziyan e
Di nav 2 saetan de 4 dron avêtin Hewlêrê
Bafil Talebanî: Niha dema yekîtiyê ye
Sûdanî bangî hêzên ewlehiyê kir: Êrişkaran desteser bikin