Sedat Peker vîdyoya derbarê Erdogan de paş xist

.

Mafyager Sedat Peker ragihand ku wî 9emîn vîdyoya xwe  taloq kiriye û ew  dê wê vîdyoyê piştî hevdîtîna Erdogan ya ligel Biden belav bike.

Mafyager Sedat Peker ku ev heyamek e bûye rojeva siyaseta Tirkiyê, li ser belavkirina vîdyoyên xwe berdewam e.

Sedat Peker li sr hesaba xwe ya Twitterê ragihand, wî 9emîn vîdyoya xwe bo 14 Hezîranê anku piştî hevdîtina serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ya li gel Serokê Amerîka Joe Biden, taloq kiriye.

Peker ew vîdyoya bi  helalkirina xwe ya ligel Erdogan bi navkiribû û gotibû ew û Erdogan dê di wê vîdyoyê de hev helal bikin.

Peker amaje bi wê kir ku hinek rojnamevanan propagandaya wê yekê kirine ku ew dê wê vîdyoyê beriya wê hevdîtinê Biden-Erdogan belav bike ji bo ku destê Biden li hember Erdogan bihêztir bibe.

Peker tekez dike ku ew paş de gav naavêje û got “Ango dibêjin min tu sîxur î, ez vîdyoya hev helalkirina ligel birayê Tayip bo 14yê Hezîranê taloq dikim, lê ez soza namûsê didim ku ez dê wê vîdyoyê belav bikim.”

Herwiha Peker got jî ew dê vê Yekşemê parlamenterê ku 10 hezar dolaran ji wî distîne eşkere bike û Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu jî  bixe qutiya kibrîtê  de.

Mafyger Sedat Peker heta niha 8 vîdyo belav kirine ku di wan vîdyoyan de jibilî peywendiyên berpirsên dewlet û mafyayê û bazirganiya maddeyên hişber, behsa pirsa Kurd û rewşa Rojavayê Kurdistanêjî dike û pêşniyazên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêşkêş dike.

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest