Sed şahid lazim in ku ev zilam Kurd e!

Qet nebe wezîrên din dibêjin; em kurd in û li ber dewleta xwe ya Tirkiyê ne, lê ev Bekir Bozdag ê reben hin negiştîye “merteba” wan jî.

Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya girtina bernameya ”Çalekiya Havînê ya Şagirtên Rojhilat û Başûrê Rojhilat” ku Serokatiya Karê Diyanêtê organîze kiribû de bahsa parlementerên kurd ên nava hikûmetê kirîye û gotîye: "Hûn nenêrin ku Bekir Bozdag ji Yozgatê ye ew jî kurd e."

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de gotîye: "Niha di nava hikûmeta wande, di nava partiya wan de gelek birayên wan  ku kurd in, hene. Mesele Bekir Bozdag kurd e û di heman demê de berdevkê hikûmetê ye. Yanî ji bo ku parlamenterê Yozgatê ye hûn zen nekin ku ne kurd e. Ew kurd e kurd. Cîgirê Serokwezîr Mehmet Şimşek û Cîgirê Serokê AKPê Mehdî Eker jî kurd e."

Ev ne cara yekem e ku Serokkomarê Tirk û Serokê AKPê Recep Tayib Erdogan bahsa wan navên parlamenter/wezîran dike ku ew kurd in. Yek ji wan wezîran jî nuha êdî wezîrtîya wî bilind kirine û ew bûye cigirê serokwezîrê Tirkiyê, Bekir Bozdag e.

Bi xatirê Xwedê Bekir Bozdag kurd be çî ye ne kurd be çî ye. Bêyî ku ew ji kurdan re tiştekî bike, wî kurdabûna xwe jî înkar kirîye. Ku serokê wî, wî deşîfre neke kes nizane ew kurd e jî. Qet nebe wezîrên din dibêjin; em kurd in û li ber dewleta xwe ya Tirkiyê ne, lê ev Bekir Bozdag ê reben hin negiştîye “merteba” wan jî.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin