Pirtûka bi navê “Kürt Ulusal Hareketi” (Tevgera Netewî ya Kurdan) ya Chris Kutscherayê, ya bi navê “Kürtler ve Kürdistan” (Kurd û Kurdistan) a Abdurrahman Qasimloyî û ya bi navê “1880 Kürt Ayaklanması Şeyh Ubeydullah Nehri” (Serhildana Kurdan a 1880ê Şêx Ubuydullah Nehrî” ya Celîlê Celîlî hatine qedexekirin. Weşanxaneya Avestayê her sê pirtûk çap kirine.
Dadweriya Silh û Cezayan a Çelê, sê pirtûkên Weşanxaneya Avestayê qedexe kiriye.
Di biryara qedexeyê de hatiye gotin ku, “Hatiye nirxandin ku dibe di nava gel de dijminahî û kîndariyê çêbike û dibe di pêş de zerarên wiha çêbike ku telafiya wan ne mimkin be. Ji ber vê jî biryar hatiye girtin ku çapkirin, zêdekirin, belavkirin û firotina wan hatiye qedexekirin û divê yên heyî jî werin komkirin.”
Berê jî pirtûkên wê hatibûn qedexekirin, depoya wan hatibû şewitandin
Beriya niha jî 9 pirtûkên Weşanxaneya Avestayê 14ê Gulana 2018ê ji hêla Dadweriya Silhê ya Îdilê hatibû qedexekirin û biryara komkirinê hatibû dayîn. Gelek ji wan tezên doktorayê bûn;
Pirtûka bi navê “Kürdistan Tarihi” jî 26ê Tîrmeha 2018ê ji hêla Dadweriya Cezayan a Silhê ya Ayvalikê ve hatibû qedexekirin. Ev pirtûk ji hêla Navenda Lêkolînên Derbarê Kurdan de hatibû amadekirin û Weşanxaneya Avestayê ew çap kiribû.