Sê Kurd

Siddik Bozarslan

Siddik BOZARSLAN

Üç Kürd / 28.02.2017 

(Sê Kurd)

Prof. Dr. Kadri Yıldırım,  rojên 1-8 /1/2017 û jimare 1, di Rojnameya Bas da bi sernivîsara Şêx Abdusselam Barzanî II. nivîsarek da weşandin. Mamosta Kadri, di heman rojnameyê da di rojên 9-15/1/2017an, nusxeya 2an da beşê duyemînê nivîsarê bi xwendoxan da naskirin.

Dema şolên tifaqan, statu, perwerdeya bi zimanêdayîkê tên rojevê, Şêx Abdusselam Barzanî, wek şexsîyetekî gelek girîng derdikeve meydanê.

Di vê nivîsarê da ji sê kurdan yek jê Şêx Abdusselam Barzanî II. (1868-1914) ye ku behs tê kirin. Yê duyemîn, Walîyê Musulê Süleyman Nazif (1870-1927) e ku wî Şêx Abdusselam Barzanî II.yemîn li Musulê dide îdamkirin; Abdusselam Barzanî, ji ber têkoşîna xwe ya neteweyî û daxwazên xwe yên kurdbûnê tê bi dardakirin. Yê sêyemîn, Sofî Abdullah e ku Şêx Abdusselam Barzanî û parêzvanên wî li mala xwe dike mêvan, lê wan îxbarê dewletê dike û dide girtin da ku xelat û pere ji dewletê bistîne. Di vê nivîsarê da ez dê hewil bidim xwe ku van têkilîyan raxînim meydanê.

Şêx Abdusselam Barzanî II. şexsekî kurdevîn / kurdperwer e. Ew di wê zanînê da ye ku mafên kurdan ên ji kurdbûnê û ji civata kurdîtîyê peyda bûne, hatine xespkirin. Abdusselam Barzanî, li dijî mulkîyeta taybetî bûye ku di destên malbatek da yan di destên şexsek da hatine komkirin. Jibo wê dîtinê ye ku wî erdên li herêma Barzan bo cotyaran belav kirîye. Wî li herêmê zewaca bêdil û qelen (qelend-qelind) qedexe kirîye. Wî li her gundek mescidek / camîyek daye çêkirin ku ew camî ne tenê jibo îbadetê bin, lê digel wê ew cîyên şêwrê û helkirina şolên gundîyan jî bînin şûnê, yanî ew bibin meclisên rêvebirina çareserkirina pirgirêkan têxin jîyanê.

Di dema Abdusselam Barzanî da felsefeya xweşbînîyê li herêmê ketîye nava jîyana civatî ku xiristîyan û musevî mafên xwe yên oldarîyê bi awayeke azad bikarbînin. Wî timî mafên asurî û cihûyan jî parast ku ji alîyê eşîrên kurd ve neyên eciqandin. Ew piralî xebitî ku li herêmên wek bajarên: İmadiye, Akra (Akre), Duhok, Zaho, Sincar. edlayîya civatê pêk were.

Abdusselam Barzanî, xebatên piralî yên civatî wek şolên tifaqan û çêkirina orduya kurdî ku ji eşîran pêk were, hewildanên muşterak têxist nava jîyana herêmê. Di encamên van xebatan da di 1907an da, daxwazên muşterek hatin nîşankirin û ew bi rîya Daxwaznameyek ji Hukumeta Bab-î Alî ya Stanbulê ra hat şandin. Gelek eşîran jî wê daxwaznameyê îmza kirin ku ew li Dihokê li mala Şêx Nur Muhammed Birîfkanî, hat amadekirin. Ji wê daxwaznameyê ra ”Wesîqeya Dihokê” jî tê gotin ku ew ji 7 xalan pêkhatibû. Ew 7 xal, weha hatibûn rêzkirin:

  1. Divê zimanê kurdî li navçeyên qezayên wek Îmadîye (Amedîye), Akra (Akre), Duhok, Zaho (Zaxu), Sincar (Şengal) werin qebûlkirin.
  2. Perwerde, divê bi zimanê kurdî be.
  3. Kesên ku li van navçeyan wek qaymakam, mudûr û memûr werin tayînkirin, divê ji nava kurdan werin hilbijartin û kurdî di pîleya baş da bizanibin.
  4. Biryarên ku werin girtin û hukmên ku werin pêkanîn, divê li gora edaleta îslamê bin.
  5. Divê li ber çav werin girtin ku kurd şafiî ne.
  6. Baca ku li nav kurdan tên civandin, divê li gora huquqa îslamê bên tespîtkirin.
  7. Baca ku ji kurdan tê komkirin, di serî da çêkirina rîyan û pêdivîyên / lazimîyên van 5 qezayan werin xerckirin.

Jibo van daxwazan, Padîşah Abdülhamid II., Hukmê Bab-î Alî û Îttîhatîyan gelek aciz dibin.  Di 1908an da Abdulhamid ji ser hukum tê daxistin, Îttîhatîyan dest datînin ser hukum. Qasî salek paşê, Îttîhatîyan li hemberê kurdan û Abdusselam Barzanî şer îlan dikin. Di salên 1909, 1910yan da li Başur, li Herêma Barzan şerên dijwar qewimîn. Van şeran di salên dî da jî berdewam kirin. Di sala 1913an da dema Süleyman Nazif bû walîyê Musulê, şer dijwartir bû. Walî Süleyman Nazif, tevdîlên eskerî sitand û xwest ku Abdusselam Barzanî were girtin û bizava kurdî têk biçe. Loma walî, jibo dîlkirina Abdusselam Barzanî xelateke mezin yê darayî (pere) û manewî avête meydanê da ku wî bidin dest.

Piştî şerek ku di adara 1914an da qewimî, Abdusselam Barzanî digel hin çekdarên xwe derbasî Îranê bûn û xwe avêtin bextê Kurdên Şikakî. Di wê navberê da bû mêvanê Sofî Abdullah jî. Sofî Abdullah, dema pêhesîya ku jibo dîkirina Abdusselam Barzanî xelateke mezin dê were dayîn; wî Abdusselam Barzanî û pêşmergeyên parêzvanên wî îxbar kir û wan di xew da dan girtin. Abdusselam Barzanî û sê pêşmerge bi rîya Wanê-Dîyarbekrê birin Musulê û teslîmê Suleyman Nazîf kirin. Piştî dadgehkirineke formalîte, cezayê îdamê dan Abdusselam Barzanî û sê pêşmergeyan. Ev çar kurdên kurdevîn, di demeke kurt da li Musulê hatin îdamkirin. Wê çaxê birayê Abdusselam Barzanî yê biçûk Mela MIstefa 11 salî bûye û birayê wî yê dî Şêx Ahmed 18 salî bûye. Mela Mistefa, îdamkirina birayê xwe temaşe kirîye.