Sê helîkopteran derdora du gundên Akrê bordûman kirin

.

 Şeva derbasbûyî demjimêr 22.30 sê helîkopteran devera dikeve navbera gundên Kurka Şêx û Spîmal li herêma nahiya Girdesên a ser bi Akrê ve bordûman kirin.

Şêniyekî gundê Kurka Şêx ê bi nave Eqîd Ehmed derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand, şeva derbasbûyî “demjimêr 22.30 me dengê teqekirinê bihîst li navçeyê, paşê em çûn bo nêzikî cihê bordûmanê, me dît ku agir bi pûşê gundê Spîmal ketiye.”

Rêveberê nahiya Girdesên Silêman Ehmed ji Rûdawê re ragihand, “Sê helîkopter li esmanê navçeyê digeriyan û bordûman pêk anîn, lê heta niha em nizanin helicopter ser bi çi hêzekê ve ne.”

Li ser encama bordûmanê jî Silêman Ehmed ragihand, “Ew cihê hatiye bordûmankirin, ji cihê niştecihbûna xelkê dûr e, lê agir bi pûş û pawanê gundê Spîmal ket û ji aliyê xelkê gund ve hat kontrolkirin.”

Gundên Spîmal û Kurka Şêx bi dûriya nêzikî 20 kîlometre dikevin başûrê rojavayê qeza Akrê û derdora 300 mal li gundê Spîmal û 120 mal jî li gundê Kurka Şêx niştecih in.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye