Saziyên sivîl ji bo daxwazên girtiyan bang li Wezareta Dadê kirin

.

Li Diyarbekirê pênc saziyên civakî yên sivîl bi daxuyaniyeke hevpar, bangî Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê kirin ku guh bide daxwaza girtiyên dest bi greva birçîbûnê kirine.

Li Diyarbekirê pênc saziyên civakî yên sivîl bi daxuyaniyeke hevpar, bangî Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê kirin ku guh bide daxwaza girtiyên dest bi greva birçîbûnê kirine. 

Şaxa Diyarbekir ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûnertiya Diyarbekir ya Weqfa Mafê Mirovan (TÎHV) Baroya Diyarbekir, Jûra Bijîşkan ya Diyarbekir û Komeleya Înîsîyatîfa HAK bi daxuyaniyeke hevpar bangî Wezareta Dadê kirin ku daxwazê girtiyên di greva birçîbûnê de ne cibicî bike.

Nûnerên saziyên civakî dibêjin; li girtîgehan binpêkirinên mafên mirovan zêde bûne û daxwaz dikin ku goşegîriya li ser Girtîgeha Îmralî û hemû girtîgehan bê rakirin.

Li gelek girtîgehên Tirkiye û Bakur ji 27ê Mijdara 2020an de bi sedan girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirine û dixwazin ku binpêkirinên mafên mirovan bi dawî bibin.

Kurdistan Haberleri

Fermandarê Pêşmerge yê Eniya Kerkûkê: Em amade ne bi dil û can xaka pîroz biparêzin
Îlham Ehmed: Em bi dilgiranî li zêdebûna vegotina kînê dinêrin
Hinek girtî ji Girtîgeha Evînê reviyan
Joanne Cummings: Ez bawer nakim Amerîka piştgiriyê bide armancên HSDyê
Ozçelîk: Pirsa Kurd ne tenê karê Ocalan û dewletê ye, karê hemû miletê Kurd e