Satterfield: Eger heye kompanyayên derman ên Amerîkayê ji bazara Tirkiyê vekişin

 Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyê David Satterfield da zanîn ku Tirkiye deyndarê kompanyayên derman ên Amerîkayê ye û ragihand ku eger deyn neyên dayîn dê derencama wan hebe. Satterfield got: “Ew kompanya dê vekişîna ji bazara Tirkiyê yan kêmkirina rîska Tirk

Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyê David Satterfield, di 38emîn Konferansa Amerîka-Tirkiyê de axifî ku ji aliyê Saziya Peywendiyên Ekonomîk ên Derve (DEIK), Konseya Kar a Tirkiye-Amerîka (TAIK) û Odeya Bazirganî ya Amerîkayê ve hatibû sazkirin.

Li gor medya Tirkiyê, Satterfield ragihand ku nexweşxaneyên dewletê yên Tirkiyê 2,3 milyar dolar deyndarê kompanyayên derman ên Amerîka û kompanyayên din in û got: “Ew deyn sala derbasbûyî derdora 230 milyon dolar bû.”

Satterfield da zanîn Wezîrê Bazirganî yê Amerîkayê Wilbur Ross sala borî derbarê vê mijarê de ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Xezîne û Darayî Berat Albayrak axifî bû got, derbarê dana deynan de garantî dabûn Ross.

Satterfield diyar kir ku piştî salekê ji kompanyayên Amerîkayê hatiye xwestin deynê heyî kêm bikin û got: “Eger deyn neyên dayîn an jî kêm bên dayîn dê derencama wê hebe.” Satterfield herwiha got: “Ew kompanya dê vekişîna ji bazara Tirkiyê yan kêmkirina rîska Tirkiyê binirxînin. Ev jî dê ne di berjewendiya Tirkiyê de be.”

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye