Şaredariya Amedê kursên Kurmancî, Soranî û Kirmanckî vedike

.

 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ragihand ku serlêdanên ji bo qonaxa nû ya kursên belaş ên ziman dest pê dikin.

Kesên dixwazin fêrî zaravayên Kurdî (Kurmancî, Soranî, Kurmanckî / Zazakî) û zimanên din bibin, dikarin heta 16ê Sibatê de serlêdanên xwe bikin.

Daîreya Çand û Kar û Barên Civakî ya Şaredariyê di çarçoveya xebatên xwe yên ji bo piştgiriya pirzimanî û dewlemendiya çandî de qonaxeke nû ya perwerdeya ziman dide destpêkirin.

Kurs ji bo kesên 16 salî û mezintir in.

Di vê qonaxê de, şaredarî girîngiyeke taybet dide zaravayên Kurdî û her wiha dê kursên zimanên Ermenî û Suryanî jî bên vekirin.

Kursên ku dê bên dayîn

Kurmancî: Asta destpêkê, A1, A2 û B1.

Soranî: A1

Zazakî: Astên A1, A2 û B1

Ermenî: Astên A1 û A2

Suryanî: Asta A1

Her wiha ji bilî kursên astên ziman, ji bo kesên ku dixwazin hînî xwendin û nivîsandina Kurmancî bibin, "Atolyeya Xwendin û Nivîsandina Kurmancî" jî tê vekirin.

Welatiyên ku dixwazin beşdarî van kursên bêpere bibin, dikarin di navbera 7 û 16ê Sibata 2026an de li ser malpera şaredariyê ya dismek.diyarbakir.bel.tr serlêdanên xwe bi awayekî online bikin.

Tê çaverêkirin ku wekî her sal, îsal jî welatî pêşwaziyeke mezin li kursan bikin.

Armanca kursan parastin û bipêşxistina zimanên dayikê û çandên cuda yên li Amedê ye.

Kurdistan Haberleri

Piştrastkirina nasnameya 257 welatiyên Kurd ên ku di xwepêşandanên seranserî yên Çileyê de hatine kuştin
Neyarên mafê diyarîkirina çarenivîsa Kurd, kî ne?
Parlamentoya Iraqê bo cara yekê bernameya rûniştina xwe bi zimanê Kurdî belav kir
Îlham Ehmedê hişyarî da: Lîstikên mezin hene
Li Rojhilatê Kurdistanê xizanî û bihabûn: Jin neçarî kolberiyê dibin