Şandiyê Amerîkayê li gel ENKS û Mezlûm Kobanî civiya

.

 Berî 2 rojan, Şandiyê Amerîkayê yê li Bakur Rojhilatê Sûriyê li gel nûnerê Desteya Serokatiya ENKSê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) civiya.

Civîna hersê aliyan, di çarçoveya hewlên berdewamiya diyaloga Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK), de bû.

Ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinan, ENKS daxwaza garantiyê dike.

Nimet Dawud, Serkirdeyê ENKSê, dibêje, “Civîna me ya dawî ne tenê li gel sefîrê Amerîkî bû. Sefîrê Amerîkî û heval Mezlûm Ebdî jî bû. Ji Cotmehê ve diyaloga di navbera me de rawestiyaye. Sedem jî, yek guhertine rêveberî û nûnertiya Amerîkî û yek jî, gelek kiryarên xerab derbarê ENKSê de hatin kirin û ev kiryar jî berdewam bûn.”

Biryar e di gera nû de, mijarên girêdayî hilbijartin, ewlehî û leşkeriyê bêne gotûbêjkirin.

ENKS daxwaza rêgirîkirinê li ber wan kiyraran dike, ku bûne beşek ji sedemên ragirtina diyalogê û armanc jê têkdana wê danûstandinê ye.

Nimet Dawud, Serkirdeyê ENKSê dibêje, “Armanca van kiryaran têkbirina danûstandinan e. Em wisa dibînin.Ew jî di wê baweriyê de bûn ku divê ew kiryar rawestin. Me daxwaza rawestindina wan kiryaran kir lê ew jî nikarin ji sedî sed garantî bidin.”

Herdu aliyên ENKS û PYNKê bi serperiştiya şandiyê Amerîkî gihiştine nerîneke siyasî ya hevbeş û hevtêgihiştinên seretayî, weke ku wan di daxuyaniya xwe ya hevbeş de ragihandibûn.

Rêkeftina Duhokê ya Cotmeha 2014an, dibe bingeha sereke ya wan danûstandinan, derbarê desthilat, rêveberî, parastin û berevaniyê de.

(Rûdaw) 
 

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn